Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR: Di Sala 2016'an de Pirtir ji 5 Hezar Penaber di Derya Sipî de Xeniqîn


Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) ragihand ku hejmara penaberên di Derya Sipî de xeniqîne 5 hezar derbaz kir.

Li gor raportên UNCHR'ê 2016'ê, sala ku herî zêde penaber di behran de xeniqîne ye û piranîya penaberên xeniqî, ji Sûrîyê ne ku jiber şer û pevçûn revîne.

Pêzanînên UNCHR'ê nîşan didin ku di sala 2016'an de her roj kêmûzêde 14 penaber di Derya Sipî de xeniqîne. Di sala 2015'an de bi qasî mîlyonek penaber bi bot û gemîyan di Derya Sipî re derbaz bûne û ji wan 3771 kes xeniqîne

UNCHR bang li civata navnetewî dike ku derîyên xwe ji zêdetir penaberan re vekin.

Berdevkê UNCHR'ê William Spindler destnîşan kir ku jiber gemîyên kevn û taktîkînên nû yên kesên penaberan qaçax derbaz kirin, mirinên di behran de zêde bûne.

''Divê her dewletek jibo penaberan çareserîyên nû yên wek sponsorîya taybet, burs, malbata alîkar bibîne,'' Spindler got.

Hêjayî balkişandinê ye ku herî dawî çar rojên berê li perava Îtalya du botên penabaran binav bûn û bi sedan penabar jîyana xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG