Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF: Komên Çekdar Sala Borî li Sûrîyê 851 Zarok Tevlî Xwe Kirin


Çekdarên Nur el-Dîn el-Zenkî û zarokekî ku îdia dikin ku şervanê el-Quds'ê, li enîya Handarat
Çekdarên Nur el-Dîn el-Zenkî û zarokekî ku îdia dikin ku şervanê el-Quds'ê, li enîya Handarat

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi raporekê da zanîn ku 2016 jibo zarokên Sûrîyê bû sala herî xerab ku herî kêm 652 zarok jîyana xwe ji dest da.

UNICEF, dîyar kir ku 255 zarok yan li mekteban yan jî li nêzî mekteban hatin kuştin û 1 mîlyon û 700 hezar zarok jî nikarin herin dibistanê.

Li gor raporê li Sûrîyê yek ji sê dibistanan ne vekirî ne ku hin ji wan ji alîyê komên çekdar ve tên bikaranîn.

UNICEF'ê eşkere kir ku li Sûrîyê zarok bi darê zorê tên xebitandin, jibo şer têne veguhastin û tên zewicandin. Dîsa li gor raporê bi dehan zarok jiber nexweşîyên sivik mirine.

Hefteya borî, Save the Chidren (Zarokan Bifilitînin) bi raporekê dabû zanîn ku di zarokên Sûrî de nîşanên stresa toksîk hene ku ew jî dibin sedema nexweşîyên bi dirêjîya jînê.

UNICEF'ê herwiha dîyar kir ku li Sûrîyê wek leşker bikaranîna zarokan zêde bûye ku par komên çekdar 851 zarok tevlî xwe kirine.

Ji aliyê din ve Konseya Penaberan ya Norwecê ragihand ku 13 mîlyon û 500 hezar kesên Sûrîyê hewceyî alîkarîyê ne. Nîvê vê hejmarê ne li Sûrîyê ne, 5 mîlyon ji wan li welatên cîran in û her ku diçe pêdiviyên wan pirtir dibin.

Dîrektorê Rojhilata Navîn ya Konseya Penaberan ya Norwecê Carsten Hansen dîyar kir ku par hemî alîyên cengê rê li alîkarîyan girtine û jiber vê yekê jî bi mîlyonan kes birçîtir mane û feqîrtir bûne.

''Alîyên şer dorpêçkirin û birçîbûnê wek çekekî cengê bi kar tînin. 5 mîlyon kes li herêmên şer asê mane û alîkarî qet nagêhije 1 milyon kes'' Carsten got.

XS
SM
MD
LG