Lînkên eksesibilîtî

Rêwîyê United ku Bûbû Armanca Lêdanê, Hazirîya Vekirina Dozê Dike


David Dao

Parêzerê rêwîyê United Airlines, Dr. David Dao ku bûbû armanca lêdana zerevanan û bi zorê jiu firokê hatibû qewitandin, îro Pêncşembê ragihand ku ewê bi îhtîmaleke mezin doz li hember kompanya firînê vekin.

Awuqat Thomas Demetrio ragihand ku jiber birînên giran yên ji lêdanê, Dao niha di bin neştergerî ye ku birnînên xwe bikewîne.

“Jiber lêdanê Dao dê were emelîyat kirin ku poz û du diranên wî werin çêkirin. Dao herwiha ji serê xwe birîndar bûbû û piştî dermankirinê, ji nexwexşanê hatibû derxistin.

Bûyer roja Yekşemê qewimîbû, dema Dao red kiribû ku di firoka ji Chicago bo Louisville de, mafê xwe yê sîwarbûnê berde.

Dîmenên ku ji alîyê rêwîyên din ve, bi telefona destan hatibû tomar kirin li seranser cîhanê deng vedabû û nerazîbûneke mezin peyda kiribû.

Parêzerên Dao îro serî li dadgeha eyaletî ya Illinois dabûn ku kompanya United dîmenên vîdyoyî û belgeyên din yên ji beyerê bêxe bin parastine.

XS
SM
MD
LG