Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Townsend: Endamekî Leşkerîya Amerîkî li Bakurê Sûrîyê Jîyana Xwe Hinda Kir


General Stephen Townsend
General Stephen Townsend

Fermandarê Koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ'ê, General Stephen Townsend di daxuyanyekê de ragihand ku endamekî leşkerîya Amerîkî do Pêncşemê li bakurê Sûrîyê jîyana xwe ji dest da.

Townsend da zanîn ku ew leşker jiber peqîneke hêzdar li nêzkî bajarokê Eyn Îsa ya nêzîkî Reqa birîndar bû û dû re jiber birînên giran jîyana xwe hinda kir.

Wî got ku tevahîya endamên koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ'ê sersaxî ji malbat, heval û hevkarên vî qehramanî re dişînin.

Daxuyanîya Townsend nasnameya leşkerê canfêda eşkere nekir jiber ku kolîsyon ji karbidestên her welatî re dihêle ku nasnameya endamên wan yên kuştî eşkere bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku nêzîkî 300 hêzên taybet yên Amerîkî li Sûrîyê ne û piştgirî didin Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD).

XS
SM
MD
LG