Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Pirtir jî 7 Hezar Sûrî ji Bajarên Dorpêçkirî Hatin Derxistin


Fotoya arşîvê
Fotoya arşîvê

Hikûmeta Sûrî û serhildayan li gor rêkeftina veguherînê de, îro Înê pirtir ji 7,000 kes ji bajarên dorpêçkirî veguhastin deverên din.

Di vê demê de ku dîplomasîya Moskowê li ser êrîşên esmanî yên Amerîkî li dijî rejêma Esad hûr bûye, 2,350 kes bi otobusan ji bajarokên Madaya û Zebedanî yên nêzî Şamê hatin derxistin.

Dîsa, ji bajarokên Foua û Kifraya li Îdlibê ku di bin dorpêça serhildayan de ne, 5,000 kesên din jî bi 75 otobusan hatin veguhastin.

Karnidestê hikûmeta Sûrî Alaa Îbrahim ji Associated Press re got ku hikûmet wê nîzama li wan bajarokan jinûve bi cîh bike, piştî ku ti kesên çekdar li wan deran nemîne.

Rexnegirên rêkeftinê wê veguherînê wek cîguhartina bi zorê ya ser mezheban bi nav dikin û dijberîya wê yekê dikin.

Sîyaseta Serokê Sûrî Beşar Esad li ser bingeha “dabeşkirin û rêvebirin” e û wî karîbû ku opozîsyona dijî xwe bizivirîne wek bijareya navbera wî û rêvebirîyeke Îslamî. Tê bawer kirin ku li tevahîya Madaya û Zebedanî, niha gîş Sunnî dijîn.

Hîjayî bîrxistinê ye ku rêkeftina derxistina sîvîlan bi navbeynkarîya Qatarê û Îranê haribû îmza kirin.

Qatar li ser navê serhildayan danûstandinê dikir û Îranê jî bona hikûmeta Sûrî di danûstandinê de bû, lê ev rêkeftin bê çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî tê kirin.

XS
SM
MD
LG