Lînkên eksesibilîtî

General Votel: Îran ji Rojhilata Navîn re Gefa Herî Mezin E


U.S. Central Command Command Commander, U.S. Army Gen. Joseph Votel, speaks to reporters at the Pentagon, Aug. 30, 2016, during a briefing to provide an update on U.S. CENTCOM operations.

U.S. Central Command Command Commander, U.S. Army Gen. Joseph Votel, speaks to reporters at the Pentagon, Aug. 30, 2016, during a briefing to provide an update on U.S. CENTCOM operations.

Qumandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) General Joseph Votel îro Pêncşemê ji qanûndanêrên Amerîkî re got ku Îran li ser aramîya dirêjdemî ya Rojhilata Navên gefa herî mezin e.

“Îran hewil dide ku desthilata xwe li seranser herêmê bi cîh bike û jibo pêkanîna wê armancê rêbazên xeter bi kar tîne,” Votel got.

Wî bal kişand ku Îran û Rûsya ji mêjve nav hewilan de ne ku Serokê Sûrî Beşar Esad li ser deshilatê bihêlin.

Votel nerazîbûna xwe li ser kiryarên Îranê li Kendavê Farisî kir ku di bûyera herî dawî de keştîyên Îranî 550 metre nêzîkî gemîyeke Amerîkî bûn û mecbur kirin ku keştîya Amerîkî û yên din rêka xwe biguherin.

"Divê ew ji kiryarên xwe yên wiha berpirs bêne girtin û divê reftarên wiha ne profosyonel, ne ewle û ne normal ji civaja giştî re bêne eşkere kirin.”

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG