Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta NY Bang li Îsraîlê Dike ku Avakirina Wargehên Nû Rawestîne


Vekolêrên mafên mirovan yên Neteweyên Yekbûyî bang li Îsraîlê dikin ku avakirina wargehên nû rawestîne û demûdest ji deverên Fîlîstînîyan vekêşe.

Raporta îro Pêncşemê ji alîyê Komîsyona Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, sala borî hatibû daxwaz kirin da ku bizane Cîhuyên li wargehên nû bandoreke çawa li ser mafên civakî yên Fîlîstînîyan dike.

Îsraîlê hevkarî bi vekolînê nekir. Wezareta Derve ya Îsraîlê îro Pêncşemê rexne li raportê girt û ew wekî bialî û neberhemkar binav kir.

Ji sala 1967an vir ve wargehên nû, bi erêkirina hikûmeta Îsraîlê, li Kenara Rojava û Rojhilata Orşelîmê têne ava kirin.

Raport dide zanîn ku texmînî 520.000 kes li wan wargehên avakirî dijîn.
.
XS
SM
MD
LG