Lînkên eksesibilîtî

Di Peqîna Ruha ya Başûrê Rojhilata Tirkîyê de Kuştî û Birîndar Hene


Ajansa Reuters radigihîne ku di peqînekê de herî kêm 1 kes li qaza Wêranşar ya Ruhayê, li başûrê rojhilata Tirkîyê hate kuştin, 10 kesên din jî birîndar bûn.

Walîyê Ruhayê Gungor Azim Tuna ji piştrast kir ku 1 kes di peqînê de hatiye kuştin, lê wî hejmara birîndaran wek herî kêm 15 kesan da.

Peqîn li nêzî xanîyên dewletê yên bo dadwer û dozgeran pêk hat û dîdevanekî bûyerê ji Reutersê re got ku şibakeyên avahîyên nêzî cîhê bûyerê şikestin.

Demûdest zelal nebû ku kê êrîş, bi çi sedemê pêk anîye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG