Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daily Telegraph: Cîhadî Êdî bi Kêr û Wesayîtan Êrîşan Pêk Tînin


Piştî êrîşa Londonê, jinek, li ber serê birîndarekî
Piştî êrîşa Londonê, jinek, li ber serê birîndarekî

Rojnameya Brîtanî Daily Telegraph da zanîn ku komên cîhadî yên li welatên rojava, jiber zorbûna peydakirina çek û bombeyan, êdî êrîşan wek ya li Londonê bi kêr û wesayîtan pêk tînin.

Rojnameyê bi bîr xist ku li Nice ya Fransa û Berlîn ya li Almanya bi wesayîtan êrîş pêk hatine û êdî cureyeke din ya êrîşkirinê heye.

Li gor rojnameyê, him DAIŞ him jî el-Qaydê bang li alîgirên xwe kirine ku êrîşên bi vî rengî li dar xînin.

Di sala 2014’an de fermandarê DAIŞ’ê Ebu Mihemed el-Adnanî, bang li Misilimanên Fransa kiribû ku eciqandina bi wesayîtan jî di nav de bi her awayî êrîşî Fransîyan bikin.

Daily Telegraph, dîyar kir ku Europol û karbidestên ewlekarîya Brîtanî di raporên xwe de dibêjin ku êrîşên nû bêyî bombe û çek jî dikarin bêne li dar xistin.

Rojname bîragiştî hişyar dike ku ew cure êrîş bibe trend û bidome.

Di êrîşa do ya li nêzî parlemana Brîtanî de 5 kes hatin kuştin û nêzî 40'ên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG