Lînkên eksesibilîtî

Wezîrên 68 Dewletan jibo Têkoşîna li Dijî DAIŞ'ê Kom Dibin


Reuters’ê îro Çarşemê ragihand ku wezîrên karên derve yên 68 dewletan jibo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ewê li Washingtonê bicivin ku ew civîna yekê ya piştî serokbûna Serok Donald Trump e.

Civîn dê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson ve were birêve birin. Trump gotibû ku ewê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê xurttir bikin û ferman dabû Pentagon û wezaretên din ku planekê jibo têkbirina rêxistina tundrê amade bikin.

DAIŞ, di encamên operasyonên hêzên ku Amerîka, Tirkîye û Rusya piştgirîya wan dikin li Îraq û Sûrîyê erdan wenda dike.

Koalîsyona navneteweyî, herwiha piştî hêzên Îraqî bi piştgirîya koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike çend herêm ji dest DAIŞ’ê bi şûnde sitandin û rojhilata Mûsilê jî rizgar kirin, cara yekê dicive.

Serokwezîrê Îraqê Heyder el-Abadî, ku pêr Duşemê bi Trump re civîyabû, gotibû ku Amerîka dê êdî li dijî DAIŞ’ê pirtir alîkarî bike.

Di daxuyanîya Qesra Sipî ya piştî civîna her du serokan de, hatibû dîyar kirin ku Trump û Abadî li ser hev kirine ku terorîzm tenê bi artêşekê ve nayê qedandin û biryar dane ku peywendîyan xurttir bikin.

Di civîna îro de, dê jinûve avakirina Mûsilê û operasyonên li dijî DAIŞ’ê yên li Lîbya jî werin axaftin.

Li Sûrîyê, koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike, bi hêzên ku ji Kurdan û Ereban pêk tê re hevkarîyê dike. Koalîsyon niha hewil dide ku Reqa bi temamî dorpêç bike û di demeke nêz de bikeve hindur bajarê ku DAIŞ wek paytaxt dibîne.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad, ku Rûsya û Îran piştgirên wî ne, gotibû ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ew dikare bi Trump re jî hevkarîyê bike, lê herwiha dabû zanîn ku koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike ‘’çend êrîşên tenê’’ birine ser DAIŞ’ê.

XS
SM
MD
LG