Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka û Rûsya Dicivin


Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov, ewê îro Çarşemê bicivin. Li ber e ku di hevdîtinê de wek mijarên sereke Sûrîye û Ukrayna werin axaftin.

Wezareta Karên Derve yên Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku bi vê hevdîtinê armanc dike ku tund û tûjîya li Sûrîyê kêmtir bike û zemînekê bo çareserîya sîyasî hazir bike.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kiribû ku ewê plana Rûsya ya jibo herêmên ewle li Sûrîyê ji nêz ve bişopînin.

Ser herêmên hewlê Rûsya, Tirkîye û Îranê li Astana ya Qazaqistanê li hev kiribûn, lê tevî ku karibdestekî payabilind yê Amerîka jî li civînê bû jibo planê îmza nedabû.

Rûsya ragihandibû ku ewê destûrê nedin firokên Amerîka ku di ser herêmên ewle re bifirin

XS
SM
MD
LG