Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Saxlemîya Cîhanî Êrîşa Ser Nexweşxaneya Sûrî Şermezar Dike


Wêneyeke arşîvê ji nexweşxaneyeke Sûrî ku ji alîyê serhildayan ve hatibû xistin
Wêneyeke arşîvê ji nexweşxaneyeke Sûrî ku ji alîyê serhildayan ve hatibû xistin

Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) êrîşên do Duşemê yên ser nexweşxaneyeke li bajarê Jableh ya Sûrîyê şermezar kir ku pirtir jî 40 kes tê de hatibûn kuştin û nexweşên wê derê bo cîhên din hatibûn veguhastin.

WHO êrîşa xwekujî ya ser nexweşxaneya Jableh wek binpêkirina qanûnên mirovahî yên navnetewî bi nav kir û got ew êrîş yek ji 17 êrîşên ser navendên saxlemîyê yên li Sûrîyê ye.

Êrîşên kujêr li bajarên Tartus û Jableh ku piştgirn xurt yên rejîma Sûrî ne, qewimîbûn û DAIŞê berpirsîya wan rakiribû ser xwe.

XS
SM
MD
LG