Lînkên eksesibilîtî

Şervanekê Amerîkî yê YPG di Şerê Dijî DAIŞ de Hate Kuştin


Dilxwazê Amerîkî William Savage

Dilxwazê Amerîkî William Savage

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) roja Çarşemê ragihand ku William Savage yê 27 salî hefteya borî li bajarê Minbicê hate kuştin. Wî li wir ligel YPG û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) şerê DAIŞ’ê dikir.

Di daxuyanîya xwe de, YPG'ê got ku William bi “topbarana çeteyên DAIŞê” hate kuştin. Daxuyanî herwiha got ku William di 10ê Tebaxê de jiber birînên xwe yên giran jîyana xwe ji dest da.

Cara dawî Reginald Savage bi kurê xwe yê Amerîkî ku ligel hêzên Kurdên Sûrîyê re şer dikir axivî, hestekî nexweş hate wî.

“Min wê çaxê zanî ku ez nema wî dibînim,” Reginald behsa kurê xwe William Savage dikir ku li Sûrîyê şerê rêxistina DAIŞ ya terorîst dikir.

William destpêka sala 2015'ê tevlî YPG bûbû. Ew bi navê Amed Kobanê dihate nasîn.

Bavê wî ji Dengê Amerîka re got ku ew kesekî mêrxwaz bû û hergav dixwest alîkarîya Kurdan bike.

William Savage sala 1989'ê li wîlayeta Maryland ya Amerîkî ji dayik bû. Dema ku ji malê derketwî ji bavê xwe re got, “ezê herim Yunanistanê xwendina xwe temam bikim.”

“Wî nedixwest min bitirsîne,” bavê wî eşkere kir.

Berî ku here Sûrîyê, William wekî nanpêj li xwaringeha hoteleke li eyaleta North Carolina kar dikir. Li gor bavê wî, ezmûna wî ya leşkerî berî tevli YPG bibe, tune bû.

Lê qumandarê YPG yê ku nûçeya kuştina William gihand bavê wî, got ku William yek ji wan kesan bû ku zû fêrî bikaranîna çekan bû.

Macer Gifford, dilxwazekî Brîtanî ku ew jî ligel William di nav refên YPG de şer kiriye, ji Dengê Amerîka re got ku hevalê wî mînakeke balkêş bû.

“Ew baştirîn nûner bû, ne tenê jibo şervanên bîyanî li nav YPG, lê jibo welatê xwe Amerîka jî,” Gifford got.

Bavê William dîyar kir ku ew ligel Wezareta Derve ya Amerîka de di peywendîyê de da ku termê William ji Sûrîyê bigihînin Amerîka.

Hêjayî balkişandinê ye ku YPG hêza sereke ya HSD ye û di şerê DAIŞ de piştgirîya Amerîka werdigire.

Minbic hefteya borî ji nav lepên DAIŞ hatibû rizgar kirin û azadkirina bajêr du rojan piştî kuştina William pêk hat. Di wî şerê ku bêtirî du mehan dirêj kir de, bêtirî 4 hezar çekdarên DAIŞ û 264 şervanên HSD'ê hatin kuştin.

* Rapor ji alîyê Sîrwan Qiço hate nivîsin

XS
SM
MD
LG