Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Serketina Tîma Futbolê ya Jinan Pîroz Dikin


Laura Neff ji California (çep) û Kayli Westling ji Wyoming (rast) li pêş Qesra Spî
Laura Neff ji California (çep) û Kayli Westling ji Wyoming (rast) li pêş Qesra Spî

Piştî ki tîma jinan ya Amerîkî di Kupaya Cîhanî ya Futbolê de bû şampîyona cîhanê, bi sedan kes çûn ber Qesra Spî û serketina Amerîka pîroz kirin.

Herwiha li gelek bajarên Amerîka jî gel bi çoşeke mezin herikî kolana, piştî ku tîma jinan ya Amerîkî li hember Japonya bi 5 beramber 2 golan serketineke dîrokî dest xist.

Bi vê care, jinên Amerîka cara sisêyan e ku dibin şampîyona cîhanê û tola maça sala 2011ê jî rakir ku hîngê Japonya, Amerîka têk biribû û kupaya cîhanî wergirtibû.

Hêjayî balkişandinê ye, 7 golên maça Amerîka û Japonya, hejmara herî pir e ku di maçeke fînalê ya kupaya cîhanî de de hatin tomar kirin.

XS
SM
MD
LG