Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xaça Sor Hişyarî Dide ku Operasyona Mûsilê bi Mehan Bidome


Sîvîlên Îraqî ku jiber şerê berdewam direvin
Sîvîlên Îraqî ku jiber şerê berdewam direvin

Rêvebirê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) Dominik Stillhart îro Pêncşemê dibêje ku reng e operasyona rizgarkirina Mûsilê bi mehan bidome û ew jî bibe sedem ku pirtir sîvîl ji nav bajêr birevin.

Stillhart ji Reuters re got ku roj bi roj pirtir kesên nexweş û birîndar ji gundewarên Mûsilê digihejine wan. Wî bal kişand ku niha dora mîlyoneke kes li hindurê Mûsilê, di bin desthilata DAIŞê dijîn.

"Tiştê ku em niha li ser erdê dibînin, xuya dike ku ew şer zû zû naqede jiber ku berxwedana DAIŞê pir xurt e,” Stillhart ku nû ki Îraqê vegerî, li navenda ICRC ya li Cenevrê got.

Stillhart dîyar kir ku nêrîn û bendewarîya hikûmeta Îraqê ew bû ku di dema operasyonê de gel wê li mala xwe bimîne. “Lê bi dirêjbûna operasyonê pirtir û pirtir kes hewil didin ku ji bajêr derkevin û herin cîhên ewle,” wî bal kişand.

Operasyona Mûsilê ya dijî DAIŞê şeş hefte berê destpê kiribû û heta niha hêzên Îraqî tenê karîne ji alîyê rojhilatê têkevine hindurê bajêr û hewila wan didome ku mîlîtanên DAIŞê ji nav gel derxînin.

Stillhard da zanîn ku heta niha 70,000 sîvîl aware bûne û ICRC bi 1000 xebatkarên xwe bizavê dike ku alîkarîyên bingehîn yên wek av, xwarin, derman û stergeh ji wan kesan re peyda bike.

XS
SM
MD
LG