Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Freedom House: Azadîya Medya Ne Xema Trump E


Freedom House (Mala Azadî) ya navend li Washington’ê raporta ser vekolîna azadîya medya ya seranserê cîhanê eşkere kir.

Li gor raporta 2017’an, jibo çapemenîyê welatê herî azad Norwec, yê herî zordar jî Koreya Bakur e.

Rapor derbarê 199 welat hatîye amade kirin û ji 0 (herî baş) heta 100 (herî xerab) pûan hatine dayîn.

Di rêzên pêşîyê de piştî Norwecê, Hollanda û Swîsre (11 pûan) û li dû wan jî Belçîka, Danîmarka û Fînlandîya (12 pûan) tên.

Di nav welatên herî xerab yên jibo azadîya çapemenîyê de piştî Koreya Bakur, Tirkmenîstan, Ozbekîstan, Kuba, Îran û Sûrîye tên.

Di raporê de, Amerîka bi 23 pûan li rêza 33’yan e ku ser serokê wî welatî Donald Trump rexne hene.

‘’Trump dema berbijêr bû jî niha wek serok jî medya biçûk dixîne, red dike ku medya kiryarên hikûmetê vekole û kevneşopîya bo azadîya medya ne xema wî ye’’ hatîye nivîsîn di raporê de.

Raporê bi berdewamî dîyar kir ku xencî Trump heta niha ti serokê Amerîka medya ewqas biçûk nexistîye.

Li gor Freedom House, gava rêberên Amerîkî piştgirîyên xwe yên jibo azadîya çapemenîyê vekişin, li welatên din jî rojnamevan ewê bandora vê yekê hîs bikin.

Tirkîye, di lîsteyê de bi 76 pûan li rêza 163’yan e. Freedom House, di ser daneyên Komîteya Parastina Rojnamevan (CPJ) radigihîne ku li Tirkîyê 81 rojnamevan girtî ne û ew li seranserê cîhanê hejmara herî bilind e.

Rapor dide zanîn ku azadîya medya di rewşa herî xerab ya 13 salên dawî de ye û heta ku rêberîyen xurt yên Amerîka û welatên Ewrupî çênebin ewê rewş ji berê xerabtir bibe.

XS
SM
MD
LG