Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Verizon Pêşenga Înternetê Yahoo bi 5 Mîlyar Dolaran Dikire


Kompanya mezin ya telekomunîkasyonê, Verizon biryar da ku şîrketa Yahoo bi nêzîkî 5 mîlyar dolaran bikire.

Çavdêrên aborî dibêjin, îhtîmaleke xurt e ku CEO’ya Yahoo Marissa Mayer, ku çar sal berê hatibû ser kar, ji posta xwe bê dûrxistin. Kompnya Equilar ya lêkolînê dibêje ku Mayer wê dora 57 mîlyon dolar tazmînat ji Verizon wergire.

Yahoo jiber performansa lawaz ya nav hêşt salên borî di bin giwaştina hîsedarên xwe bû. Tevî ku wê diravên mezin jibo kempeyna reklamê xerc kiribû jî Yahoo nekarîbû ji rewşa dijwar derketa.

Nêzîkî yek mîlyar kes her meh serdana Yahoo dikin û xizmetên wek e-maîl, lêgerîn, nûçe û mesajan bi kar tînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku kompanya Verizon berê jî America Online bi 4.4 mîlyar dolaran kirîbû.

XS
SM
MD
LG