Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

27 Welatan Careke Din Peymana YE Îmza Kirin, Brîtanya Îcar Tine


Serokên welatên ku endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) ne îro Şemîyê, di salvegera 60’an ya Peymana Roma, ku wek peymana damezirandina yekîtîyê tê zanîn, li Roma ya payxtaxta Îtalya kom bûn.

Serokê YE Joseph Muscat, serokê Konseya Ewrupa Donald Tusk û Serokwezîrê Îtalya Paolo Gentiloni li Qesra Conservatori, ku di 25’ê Adara 1957’an de peyman li wir hatibû îmza kirin, pêşwazîya rêvebirên 27 welatan kirin.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May, ku hîn dê roja Çarşemê veqetîna fermî ji Brukselê re ragihîne, beşdarê civînê nebû.

Serokê Parlementoya Ewrupa Anatonia Tajanî di axaftina xwe de bal kişand ser kêşeyên yekîtîyê.

‘’Yekîtiya me pir caran ji çareserkirina kêşayan dûr e, parçe bi parçe ye û pir burokratîk e. Wek serokê parlementoyê şayîş bi min re çêbûye ku di nav hemwelatîyên yekîtîyê jî taswas zêde dibe.’’ Tajanî got.

Piştî axaftinan, serokan danezana ku wan di yekîtîyê de dihêle, piştî 60 salan careke din di heman salonê de îmza kirin.

XS
SM
MD
LG