Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dest bi Alîkarîya Diravî ya bo Penaberên Sûrî li Tirkîyê Dike


Yekîtîya Ewrupa, li gor rêkeftina bi Tirkîyê re, dest bi programeke nû ya alîkarîyê ji Enqerê re dike ku buhayê wê 391 mîlyon dolar e û armanca wê jî alîkarîdayîna penaberên pêdivî yên li Tirkîyê ye.

Karbidestên Yekîtîya Ewrupî dibêjin ku li gor vê alîkarîyê, karta bankê ji nêzîkî mîlyonek penaberên ku li dervayê kampan dijîn re bêne dayîn ku ew bikaribin mehanê pêdivîyên xwe yên bingehîn peyda bikin.

Projeya alîkarîya îro Duşemê ji alîyê Christos Stylianides, Berpirsê Rêvebirina Krîzan ya Yekîtîya Ewrupa tê destpê kirin û ew mezintirn projeya alîkarîyê ye ku ji dirava wê ji alîyê Yekîtîya Ewrupa ve tê dayîn.

Yekîtîya Ewrupa soza 3 mîlyar Euro alîkarî jibo penaberên Sûrî li Tirkîyê yê dabû û qayil bûbû ku hemwelatîyên wî welatî bê vîza bikarin rêwîtîya Ewrupa bikin.

XS
SM
MD
LG