Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Banga Amerîka ya Agirbestê, Şer li Yemenê Didome


Fotoyeke arşîvê ji Yemenê
Fotoyeke arşîvê ji Yemenê

Di pevçûnên navbera hêzên ser bi hikûmeta Yemenê û serhildayên Husî de, 4 leşker û 5 serhilda li bajarê Taez hatin kuştin.

Artêşa Yemenî ragihand ku hêzên hikûmetê operasyoneke sê rojî destpê kiriye ku qesra seroktîyê û navenda polîsan li wî bajarî kontrol bikin, lê serhildayan jî hêzên zêdekirî anîne herêmê.

Artêşê herwiha ragihand ku li rojhilata Yemenê, li herêma Shabwa 7 serhilda û 5 leşker di şerê kontrolkirina devera Usaylan ya dewlemenda neftê, de hatin kuştin.

Di heman demê de, firokên ceng yên koalîsyona bi pêşengîya Saudî armancên serhildayên li Saada, Nahm û Sarwah û herwiha yên li nêzîkî paytaxt Sanaa dan ber bombeyan.

Şerê dijwar li Yemenê berdewam dike, tevî ku Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragihandibû ku îro Pêncşemê wê agirbesteke nû destpê bike.

XS
SM
MD
LG