Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinên Alîkarî Ser Rewşa Tengav ya Yemenê Hişyarî Didin


Yemenî hewil didin ku alîkarî wergirin
Yemenî hewil didin ku alîkarî wergirin

Rêxistina alîkarî Oxfam îro Duşemê bang li welatên cîhanê dike ku li şûna hjinartina çekan ji alîyê şerker re, alîkarîya pêdivî jibo bi mîlyonan sîvîlên Yemenî bişînin ku rûbirûyê birçîbûn û nexweşîyan in.

"Gelek herêmên Yemenê li ber birçîbûnê ne û sedema wê yekê jî sîyasî ye," rêxistina xêrxwazî ya Brîtanî, li pêş pêkanîna konfersana Cenevrê ya daxwaza alîkarîya ji welatên Erebî ragihand.

Oxfam rexne kir ku tewî tevlêbûna dewletên Rojavayî di wê konferansê de, ew bi berdewamî bi mîlyon dolaran çek û alavên leşkerî dişînin alîyên şerker yên Yemenî.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku wê îsal heta niha 2.1 mîlyar dolar, anku tenê 15 ji sedê alkarîya ji Yemenê re pêdivî wergirtîye.

Kordînatorê tengavî yê Doktorên Bê Sînor (MSF) li Yemenê Alexander Ventura hişyarî da ku sîstema saxlemî li Yemenê ber bi hilweşînê ye û xizmetên tendirûstî jî di bin êgir de ne.

XS
SM
MD
LG