Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya YNK’ê bi Serokomar Gul û Serokwezîr Erdogan re Civîya


Şandeya Yekîtîya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ku do Çarşemê li Koşka Çankaya bi Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul re civîya, îro Pêncşemê jî bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hate ba hev.

Jêderên nêzî şandeya YNK’ê didin xuya kirin, Nûnerê YNK’ê li Enqerê Bahroz Galalî, derbarê civîna bi Serokomar Abdullah Gul re dibêje, civîn pir baş derbaz bûye ku serokomarê Tirk bi şanazî behsa mêvanperwerîya Mam Celal kirîye.

Galalî dide zanîn ku Serokomarê Tirk gotîye; ‘Em çiqas li Silêmanî û Hewlêrê xwe li nav mala xwe dihesibînin, ev der jî mala we ye’.

Birêz Galalî, li ser naveroka hevdîtinê jî dîyar dike, danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkîyê hatine gotûbêj kirin, rewşa sîyasî ya niha li Rojhilata Navîn hatîye nirxandin.

Ew herwiha dide zanî ku jibo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkîyê jî her du alîyan bal kişandin ser pêdivîya dîyalogê.

Hate ragihandin, piştî civîna do Çarşemê, Serokomarê Tirkîyê êvarê jî li Koşka Çankaya şîvek daye şandeya YNK’ê.

Şandeya YNK’ê ya bi Seroktîya Xosret Resûl Elî, îro Pêncşemê jî li avahîya Serokwezîrtîya Tirkîyê bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî ku derbarê hevdîtina bi serkowezîr re hîna ti daxuyanîyek nehatîye dayîn.
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG