Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyê Pêşwazî li Biryara Washington Dikin Û Tirkiye Nerazîye


Arşîv: Şervanên YPG'ê
Arşîv: Şervanên YPG'ê

Berpirsên Kurdên Sûriyê yên di asta bilind de derbarê biryara Îdara Amerîkî ya pirçekirina Kurdên Sûriyê bi çekên giran, jibo şerê li dij DAIŞ'ê bi kêfxweşî pêşwazî dikin, dibêjin ev dê şerî'yetek zêdetir û hêzê bide yekîneyên wan jibo meşa ber bi Reqqa û jinavbirina DAIŞ'ê, lê Tikiyê dibêje ev "nayê qebûlkirin".

Amerîka dibêje ewê çekên giran bidin, Kurdan- Hêzên Sûriya Demokrat yên ku heta niha çekdarên DAIŞ'ê ji piraniya herêmên bakurê Sûriyê bi alîkariya hêzên esmanî yên Amerîka derxistine, herweha berpirsên Amerîkî dibêjin, ew hêzên herî bi bandorin di şerê li dij çekdarên tûndrê de.

Berpirsên Tirkiyê derbarê biryara Washington nerazîbûn nîşan dan û got ev nayê "qebûlkirin", jiber YPG beşekî PKK'ê ye, ya ku, bi dehan sale, şerê hikûmeta Enqerê dike û navê wê ketiye di lîsta terorê de.

Serok hikûmetê Tirkiyê Binalî Yildirim derbarê biryara Îdara serok Trump ya pirçekkirina YPG'ê nerazîbûn nîşan da û got "hjî dem heye Amerîka hesasiyeta Tirkiyê fam bike, weke din, ewê bandoreke xerab ne liser Tirkiyê tenê hebe, ewê bandoreke xerab liser Amerîka jî hebe".

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, weke reaksyona pêşiyê got "her çekek bigihe YPG gefeke liser Tirkiyê", herweha got, Tirkiye li dije Amerîka çekan bide YPG'ê.

Nurettin Canikli cîgirê serok hikûmeta Tirkiyê dibêje "Îdara Trump çekan çi rasterast yan jî liser navê YPG dide terorîstan". Weke Canikli dibêje.

Li aliyê din Îlham Ahmed yek ji berpirsên Siyasî yên herî bilind yên Hêzên Sûriya Demokrat got, biryara biçekirikina HSD'ê bi çekên giran "wateyek xwe ya siyasî heye", herweha " şeri'yetê dide YPG û HSD"ê.

XS
SM
MD
LG