Zanîngeha Efrînê, piştî ku bi awayekî serketî sala çuyî temam kir, sala duyê bi hejmarek zêde ji xwendekaran û beşên nû destpê kir.
Serokê Zanîngeha Efrînê, Dr. Ahmed Yusif dibêje ku îsal sê beşên nû: Fakulta Doktorîyê, Fakulta Ragihandinê û Fakulta Endezyarî hatine vekirin û hejmara şagirtan jî ji ya sala borî du qat pirtir e.
Dr. Yusuf dide zanîn ku hejmara mamosteyan û derfetên têknîkî û zanyarî zêdetir bûne û şagirtên ku berê li zanîngehên Sûrî xwendine, niha xwendina xwe li Zanîngeha Efrînê didomînin.
Hêjayî balkişandinê ye ku jiber birîna rêyan û şerê heyî, xwendekarên Efrînê ku li zanîngehên Sûrî dixwendin, bê xwendin man û Zanîngeha Efrînê wek hêvîyeke nû jibo berdewamîya xwendina wan tê dîtin.