Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF: 100,000 Zarok li Rojavayê Mûsilê Asê Mane


Zarokên li başûrê Mûsilê
Zarokên li başûrê Mûsilê

Neteweyên Yekbûyî (NY), îro Duşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku bi qasî 100,000 hezar zarok, li herêma DAIŞ’ê ya li Mûsil ya Îraqê di rewşên zor de asê mane.

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dîyar kir ku DAIŞ zarokan wek mertal bi kar tîne û ji wan hinekan jî dişîne cengê.

UNICEF’ê di daxuyanî de da zanîn ku nexweşxane û klînîk jî bûne armanca êrîşan.

‘’Agahî digihejin destê me ku li rojavayê Mûsilê jimarek zarok hatine kuştin. Hin zarok dema hewil dane ku ji şer birevin hatine kuştin ku ceng her ku diçe giran dibe.’’ UNICEF’ê di daxuyanîyê de got.

Nûçegihanekî Reuters’ê jî roja Şemîyê ragihandibû ku zarok jî di nav de, termên bi dehan sîvîlan li taxan dîrêjkirî ne ku xuya ye dema hewil dane birevin hatine kuştin.

Hêzên hikûmeta Îraqê di serê sala 2017’an de rojhilata Mûsilê ji dest DAIŞ’ê bi temamî derxistibû û di 27’ê Gulanê de jibo rojavayê wî bajarî ji destê rêxistina tundrê derxîne dest bi bi êrîşên nû kiribû.

Operasyona Mûsilê bi alîkarîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka di Cotmeha 2016’an de destpê kiribû. Operasyon, jiber ku DAIŞ sîvîlan wek mertal bi kar tîne, ji texmînan dirêjtir ajot.

XS
SM
MD
LG