Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye Zarok TV jî Nav de 10 Kanalên Televîzyonê Têne Girtin


Zarok TV
Zarok TV

Bi Biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) de Zarok TV jî di nav de 10 kanalên televîzyonê hatin girtin.

Heta niha tu hişyarî yan agahdarî nehatîye ragihandin, lê do Çarşemê komîsyona ku Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmuş rêvebirîya wê dike, bi biryareke lezgîn weşana wan kanalan dan rawestandin.

Hemî kanal li ser satelayta Turksatê weşanê dikirin û li gorî pîvanên Komîsyona Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (RTUK) weşana xwe dîyar dikirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Jîyan TV kanala yekê ya zaravayê Zazakî, Zarok TV jî kanala yekê ya zarokan e ku bi zimanê Kurdî li Tirkîyê weşanê dikin.

Emrah Kelekcîer
Emrah Kelekcîer

Emrah Kelekçîer, rêvebirê giştî yê Jîyan TV dibêje ku girtina van kanalan ne tesaduf e, jiber ku piranîya wan di warê xwe de gavên yekê avêtine û ev kanalên muxalîf in û tê xwestin muxalefet bêdeng bikin.

Rêvebira Zarok TV Dîlek Demîral jî dibêje weke hicet tê gotin ku weşana wan di nav çalakîyên terorê de ne. “Heta neha hemî weşan me li gor pîvanên qanûnî hatine kirin û em heyrî dimînin ku çi alaqa kartonfîlmên wek Şîrinok û gelekên din bi terorê hene.”

Dîlek Demîral
Dîlek Demîral

Xanim Demîrel destnîşan kir ku wan bi karbidestên hikûmetê re peywendî danîye û ew hêvî dikin ku ji vê xeletîyê paşde gav were avêtin.

***

KHF_9_29_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:27 0:00

XS
SM
MD
LG