Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li Dîyarbekirê


Jibo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li herêmê û li Dîyarbekirê bizavên cuda tên lidar xistin. Kurdî-Der, Egitim Sen, Komela Çira’yê di nav vê heftê de gelek panel, resepsiyon, rêdeçûn û bernameyên cuda lidar xistin da ku bale bidin ser giringîya rojê.

Jibo girîngîya rojê Komela Çand û Hunerê ya Çirayê konferansek lidar xist. Di konferansê de niviskar Roşan Lezgin û Profesor Dr. Kadrî Yildirim li ser zimanê Kurdî gotar peşkeş kirin.

Profesor Dr. Kadrî Yildirim jî di gotara xwe de li ser dîroka Kurdî sekini û got naskirina ziman û netewe biveh re girêda ye.

Birêz Yildirim got, lazim e mirov pêşî xwe û paşê jî zimanê xwe nas bike. Wî dîyar kir ku Ahmedê Xanî û Elîyê Teremaxî haya wan ji giringîya zimanê dayikê hebûye, loma jibo perwerdekirina zarokên Kurdan li medreseyan pirtûkên rêzimanê Kurdî amade kirine.

Niviskar Roşan Lezgîn got "Rewşenbîrîya Kurdan bela ku aqil û termînolojîya xwe ji serdestan giritne, pênasekirina zimên jî li ser vê mantiqê dikin. Dema ku dibêjin pirsgirêka Kurd, dema ku dibêjin fergenga Kurdi-Tirki ev hemî li gori mantiqa serdestan hatiye kirin çimkî jibo Kurdan pirsa Kurdan tune ye, lê doza Kurdan heye."

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG