Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zana Farqînî: Pirsa Zimanê Kurdî bi Nasnameya Kurdî ve Girêdayî ye


21’ê Sîbatê li cîhanê wekî ”Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî” tê pîroz kirin. Kurd jî bi gelek panel, konferans û xebatên din yên ser zimên, vê rojê pîroz dikin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û pisporê zimanê Zana Farqînî li ser rewşa Kurdî ya li Tirkîyê dipeyîve.

Birêz Farqînî dibêje, pirsa zimanê Kurdî bi nasnameya Kurdî re girêdayî ye û divê çareserîyeke sîyasî jê vê pirsê re were dîtin.

Zana Farqînî bal dikşîne ku di nav çend salên borî de gavên girîng yên wek TRT 6, vebûna beşên zimanê Kurdî li çend zanîngehan û dersên bijartî yên Kurdî hatine avêtin.

Farqînî bi bîr tîne ku daxwaza bingehîn ya Kurdan perwerdeya bi zimanê wan yê dayikê ye û divê hikûmeta Tirkîyê vê mafê bide Kurdan.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka jêrîn klîk bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG