Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zubeyir Aydar: Destê Dewleta Kûr di Êrîşa Parîşê de Heye


Cîgirê serokê Konfederasyona Civatên Demokratîk dibêje ku destê “dewleta kûr” di kuştina sê çalakvanên Kurd de heye li Parîsê.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, Zubeyir Aydar got ku lêkolîna li ser kuştina çalakvanan li paytexta Fransayê berdewam e û “polîs zêde agahdarî nade me.”

Birêz Aydar got ku “xuya ye ew êrîş ji layê sê kesan ve hatîye encam dan û êrîşeke pir profisyonal bû.”

Wî herwiha got “belkî niha Hikûmeta Tirkîye di nav pêvajoyekê de ye û dixwaze hinekî danûstandinan bike. Lê belê di nav dewletê de hinek kes hene ku dijî wê pêvajoyê ne ku li Îmralî hatîye destpêkirin. Em bawer dikin ku bûyera Parîsê bi wê ve girêdayî ye.”


please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG