Voice of America
CENTCOM: Amerîka Êrîşên Xwe yên Bersivdayînê yên Dijî Îranê bi Dawî Tîne
Di daxuyanîyekê de ku di platforma X'ê de weşand, CENTCOM'ê got ku hêzên Amerîkî balafirên şer ên Hêza Esmanî û Hêza Deryayî bikar anîne da ku sîstema berevanîya esmanî, bingehên kontrolkirina bejahî û cihên radarên çavdêrîyê yên Îranê yên nêzîkî Tengava Hormuzê aramnc bigirin.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku operasyon "bersiveke guncaw" bû ji bo êrîşên dawî yên li ser hêzên Amerîkî û keştîyên bazirganî yên navneteweyî li herêmê.
CENTCOM'ê her wiha tekez kir ku hêzên Amerîkî di hişyarîyek bilind de ne û bi tevahî amade ne ku li dijî "her êrîşeke bê bingeh a Îranê" derkevin.
Karbidestekî payebilind ê Amerîkî ji Fox News re got ku 20 armanên li navxwe ya Îranê di êrîşên esmanî yên Amerîkî de şeva borî hatine lêxistin.
Karbidest got ku her çend Fermandarîya Navendî gotiye ku wan operasyonên xwe bi dawî kirine jî, lê ewê hemî hêzên Amerîkî li herêmê di hişyariyê de bimînin û artêşa Amerîkî amade ye ku di rewşa her tolhildanek ji hêla Îranê ve bersiv bide.
Hêjayî gotinê ye ku şeva borî Amerîkayê dest bi operasyona tolhildan û berevanîyê ya dijî hin aramncên Îranê dabû destpêkirin, piştî ku Îranê firoka Apache ya hêzên Amerîkî li avên herêmî xistibû xwar û do pîlotên firokê ji alîyê hêzên CENTCOM'ê ve hatbûn rizgar kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke taybet de gotibû ku ewê bersiveke "tund û bi bandor" bidin Îranê.
Îsraîl Dibêje ew Êrîşên Dijî Hizbullhê Berdewam Dike
IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Di roja borî de, IDF’ê li Sûr û çend deverên başûrê Libnanê êrîşî bingehên rêxistina terorîst a Hizbullahê kir.”
“Li Sûr, şeş binesazîyên ku ji hêla rêxistina terorîst a Hizbullahê ve ji bo pêşxistina planên terorîstî li dijî sivîlên Îsraîlî û hêzên IDF’ê yên ku li başûrê Libnanê dixebitin dihatin bikar anîn, hatin lêdan. Di nav binesaziyên ku hatin lêdan de cihek hebû ku ji hêla terorîstên rêxistina terorîst a Hizbullahê ve ji bo firandina dronên teqemenî li ser hêzên me dihat bikar anîn,” IDF’ê got.
Li alîyekî din, peyvdarê artêşa Îsraîlê ji bo medyaya Erebî Avichay Adraee hişyariyeke lezgîn ji bo niştecîhên Libnanê yên li gundê Ensarîyeyê belav kir, û tê de got ku, “Ji ber binpêkirina peymana agirbestê ji alîyê partîya terorîst a Hizbullahê ve, Artêşa Berevanîyê neçar e ku bi tundî li dijî wê tevbigere. Artêşa Berevanîyê nîyeta wê tune ku zirarê bide we.”
Adraee anî ziman ku “ji ber fikara ewlehîya we, divê hûn tavilê ji malên xwe derkevin û ber bi bakurê Çemê Zehranî ve biçin.”
“Her kesê ku li nêzî hêmanên Hizbullahê, bingehên wan û amûrên wan ên şer be, jiyana xwe dixe metirsîyê,” Wî got.
Nûçeyên Cîhanê 2
Trump: Wan Apache Xist Xwarê, Amerîka jî Berisvê Dide
Di yekem şîroveyên xwe yên destpêkirina operasyona leşkerî li dijî Îranê piştî Apache xistin xwar, Trump di pêwendiyek telefonî ya bi peyamnêrê sereke yê ABC News, Jonathan Karl re got: "Ez dibînim ku bersiv bi tevahî pêwîst bû. Wan helîkopterek xist xwarê, û em niha bersiv didin."
Wî got jî "Min bawerî bi bersivdana tund heye. Min tevahiya jiyana xwe bawerîyek weha heye. Me peymanek pir baş hebû, û dibe ku hîn jî wisa be. Ev bersivek e ji bo tiştê ku wan duh bi şev kir ku helîkoptera me xist, û bawerîya min weha ye ku divê bersiv pir bihêz û pir bi bandor be, û me bersivek weha da."
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê di hesaba xwe ya X'ê de peyamek destpêkê ya bersivdanê li dijî Îranê weşand û got, "Ev operasyon wek bersivek li hember xistina xwar a helîkoptera Apache ya Artêşa Amerîkayê li dijî Îranê tê meşandin. Ev mîsyon bersiveke di cî de ye ji bo êrîşkariya neheq a Îranê."
Serokê Encûmena Nûneran Mike Johnson jî di peyameke taybet de gotbû, operasyona li dijî Îranê, operasyonek hevseng û sînordar e, û armanca operasyonê ne berfirehekirina şer e.
Mike Johnson: Operasyona Li Dijî Îranê Hevseng û Sînordar e
Johnson di daxuyaniya xwe de got ku operasyon "destnîşankirî û sînordar e,"  û armanca êrîşan "wêrankirina radar, sîstema mûşekan û navendên fermandarî û kontrolê yên Îranê ye."
Li gorî Johnson, ev çalakî wek bersivek bi armanca astengkirina metirsiyên ewlehiyê û berevanîya hêz û berjewendiyên Amerîkî hate pêkanîn.
Wî herwiha destnîşan kir ku operasyon ne beşek ji şerek berfireh e û ne jî armanca wê guhertina rejîmê ye.
Johnson di daxuyaniya xwe de ku ji alîyê Fox News ve hatîye weşandin got, " îro sibê me çend demjimêr li Odeya Operasyonan a Koşka Spî derbas kirin. Cîgirê serok li wir bû. Wezîrê Derve, Wezîrê Cengê, rêveberê CIA û yên din. Em bi serok re bûn, û em li ser Îran û hejmarek mijarên din axivîn."
Ji hejî gotinê ye ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îro di demjimêr 5:00 êvarê de li gor dema Rojhilatê Amerîkayê (ET), li ser fermana Serfermandarê Giştî, dest bi operasyonên êrîşên parastin û bersivdanê li dijî Îranê hatin encamdan.
CENTCOM: Êrîşên Bersivdan û Berevanîyê li Dijî Îranê Hatin Destpêkirin
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê di hesaba xwe ya X'ê de peyamek destpêkê ya bersivdanê li dijî Îranê weşand û got, "Ev operasyon wek bersivek li hember xistina xwar a helîkoptera Apache ya Artêşa Amerîkayê li dijî Îranê tê meşandin. Ev mîsyon bersiveke di cî de ye ji bo êrîşkariya neheq a Îranê."
CENTCOMê heta niha, agahdariyên zêdetir derbarê berfirehbûna operasyonê û encamên wê nedane.
Raportan ji navxweya Îranê ragihand ku dengê teqînên bihêz li Bender Ebas hatine bihîstin.
Hêjayî gotinê ye ku roja Sêşemê nîvro Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke taybet a ser Truth Social de ragihandbû ku "Ew hat agihdarkirin ku Îranê Helîkopterek Apache ya hêzên Amerîkayê xistîye xwar," û wî gotbû ku "Ewê bersiveke pêwîst li dij Îranê were dayîn."
Ligel Nêzîbûna Destpêka Cama Cîhanê, Amadekarî li Seranserê Amerîkayê Didomin
Fermanderekî Pêşmerge: Nabe Pêşmerge Wekî Hêzên Din ên Çekdar Werin Dîtin
Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê: Kompanîyên Amerîkî Dixwazin li Sûrîyê Kar Bikin
El Beşîr îro Sêşemê dîyar kir ku şandeke Amerîkî wê di meha Îlonê de seredana Sûrîyê bike.
Karbidestê Sûrî li Washington hejmareke civîn pêk anîn. Wî li ser platforma X'ê got: “Me bi komeke kompanîyên petrolê yên Amerîkî re hevdîtinek li dar xist. Di serî de ExxonMobil, Chevron, û ConocoPhillips, û çend kompanîyên din ên ku me berê bi wan re rêkeftinên têgihîştinê îmze kiribûn. Em niha di pêvajoya nivîsandina peymanên petrol û gazê de ne."
Wezîrê Sûrî got ku ew ligel Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkî Chris Wright re jî hevdîtin kir da ku li ser hevkarîyê û derfetên weberhênanê li Sûrîyê danûstandinan bikin.
Ji alîyê xwe ve, Yûsif Qeblawî, Serokê Kompanîya Petrolê ya Sûrîyê, tekez kir ku danûstandinên niha li Washingtonê têne kirin, bi beşdarîya şanda Sûrîyê di konferansa Enerjiya Cîhanî de li Encûmena Atlantîkê, ji bo aborîya niştimanî girîng in.
Qeblawî got: "Me eleqedarîyeke rastîn û cidî ji kompanîyên mezin ên Amerîkî ji bo weberhênana di sektora petrol û gazê ya Sûrîyê de dît."
Wî dîyar kir ku Sûrîye li bendê ye hevkarîyên stratejîk ên xurt ligel Amerîkayê ava bikin.
Heta amadekirina vê nûçeyê, Wezareta Enerjîyê ya Amerîkayê ti daxuyanî derbarê hevdîtinên ligel alîyê Sûrî nedaye.
NASA ji bo Geşta Artemis III Sê Amerîkî û Îtalîyekî Destnîşan Dike
Ev esmanger dê di geşta nû ya bernameya heyvê ya Artemisê de wekî tîm cih bigirin. Ewê sala bê li dora erdê ceribandina girêdana keştîyên valahîyê bikin. Ev test dê sîstemên serekî kontrol bike berî ku di sala 2028'an de herin ser rûyê heyvê.
Di geşta Artemis III de, NASA dê keştîya valahîyê ya Orion û tîma wê ji Navenda Valahîyê ya Kennedy ya li Floridayê bişîne xeleka nizm a erdê.
Li gor NASA'yê, ev tîm dê yekser dest bi hînbûna sîstemên keştîya valahîyê ya Orion bikin.
Plana Amerîkî ya Karantîna Ebola li Kînyayê Rastî Nerazîbûnan Dibe
Xwepêşandanan bingeheke pêşnîyazkirî ya 50 nivînan li Baregeha Esmanî ya Laikipia armanc girt. Hefteya borî di xwepêşandanên li Nanyuki de du kes hatin kuştin.
Dadgeha Bilind a Kînyayê du caran ferman da hikûmetê ku xebatên li ser vî cihî rawestîne û hatina her nexweşên biyanî qedexe kiriye, li benda dozeke ku ji hêla Komeleya Mafnasîyê ya Kînyayê û komeke çavdêr a destûrî ve hatîye vekirin.
Serokê Kînyayê William Ruto hefteya borî got ku rêveberîya wî bi avakirina navendê "tiştê rast" dike. Ew welat heta niha ti bûyerên Ebolayê ranegihandine.
Karbidestên Amerîkî meha borî got ku Washington dixwaze Amerîkîyên ku dema li derveyî welêt bi Ebolayê ketine, bişîne wê navenda Kînyayê, ne ku wan bi balafirê vegerîne malê.
Rêveberîya Trump got ku ew "nikare û dê nehêle" ku ti bûyerên Ebolayê derbasî Amerîkayê bibin. Amerîka dibêje ku ew bi hikûmeta Kînyayê re dixebite da ku nerazîbûnên li hember navendê çareser bike.
Li gor raporta rewşa herî dawî, heta roja Yekşemê vîrusê ji nêzîkî 550 bûyerên piştrastkirî herî kêm 101 kes kuştine. Ugandaya cîran 19 bûyer ragihandine. Kînya yek jî tomar nekiriye.
Trump: Îranê Helîkopterek Me Xist Xwarê û Emê Bersivê Bidin
Serok Trump li ser platforma Truth Social got: "Ez nû ji alîyê artêşa me ya mezin ve hatim agahdarkirin ku şeva borî Îranîyan yek ji helîkopterên me yên Apache yên pir pêşketî dema ku li ser Tengava Hurmuzê nobedarî dikir, xistin xwarê."
"Di helîkopterê de du pîlot hebûn û her du jî sax û selamet mane, bêyî ku birîndar bibin," Trump got.
Trump destnîşan kir ku Amerîka “li gor pêwîstîyê” dê bersivekê li hember vê êrîşê bide.
Ev daxuyanî tê di demekê de ku girjîyên navbera Washington û Tehranê li herêmê zêde bûne, bi taybet derbarê ewlehîya rêyên deryayî yên navneteweyî û Tengava Hormuzê, ku yek ji girîngtirîn rêyên veguhestina petrolê li cîhanê ye.
Heta niha rejîma Îranê li ser vê bûyerê ti daxuyanî dernexistiye.
Hêjayî gotinê ye ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Sêşemê di daxuyanîyekê de gotibû ku helîkoptera Amerîkî demjimêr 7:33'ê êvara 8'ê Hezîranê li nêzî beravên Omanê hat xwarê, dema ku helîkopter di erkeke çavdêrîya avên herêmî de bû.
Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkayê: Tevgera Keştîyan li Tengava Hormuzê Zêde Bûye
Wright di konferanseke Encûmena Atlantîkê de li Washington got ku piştî şer bi dawî bibe, dê gelek meh derbas bibin heta ku tevgera enerjîyê ya normal vegere rewşa xwe ya berê.
Hêjayî gotinê ye guhertina tevgera normal a neftê bûye sedema bilindbûna bihayên enerjîya cîhanî.
Washington ji bo peymaneke aştîyê bi Tehranê re fişarê dike ku vekirina tevahî ya tengavê jî di nav xwe de bigire.
Serok Donald Trump roja Sêşemê ji rojnamevanan re got ku dibe rêkeftinek bi Îranê re di "du yan sê rojan" de bê kirin û Hormuz dê "di cih de" piştî rêkeftinê vebe.
Amerîka ji bo Ewlekarîya Cama Cîhanê Amadekarîyan Didomîne
Rêveberê Bîroya Vekolînên Federal (FBI) Kash Patel roja Yekşemê ragihand ku ji bo berevanîya lîstikvan, alîgir û mêvanan di her 39 rojên vê qehremanîyê de, ewê tîmên xwe yên taybet belav bikin. Di nav wan tîman de pisporên pûçkirina bombeyan, ên dronan û hêzên taybet ên SWAT hene.
Patel li ser platforma X'ê ragihand ku ev tîm ji bo vê qehremanîya herî mezin a dîroka Amerîkayê, bi mehan e perwerde û amadekarîyê dikin. Wî got: “Hêzên me bi tevahî amade ne û dikarin li her derê bersiva her bûyerekê bidin. Bila guman tune be: Em ji bo her rewşê amade ne.”
Ji tora 104 lîstikan, 78 lîstik dê li Amerîkayê werin lîstin. Rêveberê xebatên Cama Cîhanê yê Koşka Sipî, Andrew Giuliani, ji kanala Fox News re got ku berevanîya van lîstikan ji ber metirsîya dronan wekî birêvebirina "78 fînalên mezin ên Super Bowlê" ye. Super Bowl navê lîstika dawî ya lîga futbola Amerîkî ye.
Rêveberîya Esmangerîyê ya Amerîkayê (FAA) û FBI ragihand ku li nêzîkî cihên Cama Cîhanê firandina dronan qedexe ye, û kesên binpê bikin dê bi cezayê pereyan ê mezin, girtinê û desteserkirina dronan re rûbirû bimînin. Ev tedbîr ji bo ewlekarîya firok û mirovan e, bi taybetî li Stadyuma AT&T ya li Arlington, Teksasê ku 9 lîstik lê tên lîstin.
Li bajarê Atlantayê, ku dê pêşwazîyê li 8 lîstikan bike, FBI bêhtirî 18 meh in bi berpirsên bajêr re kar dike. Armanca wan ew e ku ewlekarîya hemû lîstik û alîgiran di dema vê qehremanîyê de biparêzin.
Şaredara Seattle Katie Wilson ji bo ewlekarîya dema lîstikan 22 kamerayên nû li dora stadyumê çalak dike.
FBI'ê herwiha hişyarî da alîgiran ku malperên sexte bilêtên derewîn difiroşin da ku agahîyên wan ên bankê bidizin. Ji bo berevanîya ji xapandinê, FBI dibêje ku li ser lînkên gumanbar bikar neyînin û ji bo kirîna bilêtan, herin ser malpera FIFA'yê.
Ji bilî Arlington û Atlantayê, bajarên din ên Amerîkayê ku lîstik lê tên lîstin ev in: Boston, Dallas, Houston, Kansas City, Los Angeles, Miami, New York/New Jersey, Philadelphia, San Francisco û Seattle.
Guterres Banga Rawestandina Şer li Rojhilata Navîn Dike
Guterres bang li hemû alîyên peywendîdar kir ji bo çareserîyên dîplomatîk bixebitin da ku aştî û ewlekarîya herêmî û navneteweyî pêşve bibin.
Karbidestê NY li ser platforma X'ê got: "Divê hemû êrîş rawestin. Divê bi tevahî pabendbûna bi peymanên agirbestê li Libnan, Îran û Xeze were kirin."
Wî got: "Ez ji biryara Îsraîlê ya girtina derîyên derbasbûnê yên ber bi Xezeyê ve pir nîgeran im. Divê hemû xalên derbasbûnê ji nû ve werin vekirin."
Sekreterê Giştî yê NY herwiha diyar kir ku "Divê her kes erkên xwe yên di bin qanûnên navneteweyî de bicîh bîne û hemû gavên pêwîst werbigire da ku sivîlan biparêze."
Guterres tekez kir ku ji bo nakokîyên li Rojhilata Navîn çareserîyeke leşkerî tune ye. wî da zanîn ku tenê rêya pêşveçûnê diyalog û danûstandin e.
Nûçeyên Cîhanê 1
Polîsê Îrlandaya Bakur: Kesekî Sûdanî Piştî Êrîşa bi Kêrê Hat Girtin
Li gor Reutersê, polîsan ragihand ku gumanbar bi eslê xwe Sûdanî ye û ne Somalî ye, wekî ku di destpêkê de hatibû bawerkirin.
Bûyer li herêma Kinnaird piştî demjimêr 10:30'ê şevê qewimî û ji alîyê polîsan ve wekî “bûyereke krîtîk” hate binavkirin.
Vîdyoyek ku li ser medyaya civakî hate belavkirin, nîşan dide ku kesek gelek caran bi kêrê li serê mirovekî din dixe. Di vîdyoyê de dengê kesekî tê bihîstin ku “Ew hewl dide serê wî jê bike.” Li gor agahîyan, polîsan kêra ku di êrîşê de hate bikaranîn li cihê bûyerê dîtine.
Qurbanî, ku 40 salî ye, niha li nexweşxaneyê ye û rewşa wî ya tenduristî giran e. Di dema kêrkirinê de birînên mezin li rû, stû û pişta wî peyda bûne.
Ryan Henderson, cîgirê serokê polîsan, got ku vekolîn berdewam e û polîs dixebitin ku hemû şert û mercên bûyerê ronî bikin.
Di heman demê de, Serokwezîrê Brîtanyayê, Keir Starmer, êrîş wekî “bûyereke tirsnak û nefretbar” binav kir.
Her weha, pênc partîyên sereke yên siyasî di Mecilsa Îrlandaya Bakur "Stormont" de, daxuyanîyek hevbeş belav kir û got ku ew “bi yekdengî vê bûyera hovane şermezar dikin.”
Bernameyên radyoyê yên rojane
Vance: Amerîka û Îsraîl Hevalbend in, Lê di Hinek Rewşan de Berjewendîyên Me Cuda ne
Di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News, Vance roja Duşemê got ku "Îsraîl û Amerîkayê gelek berjewendîyên hevbeş hene, lê di heman demê de hin rewşên me hene ku berjewendiyên me ji hev cuda ne."
"Serok li vir pir zelal bûye ku her çend Îsraîl bi eşkereyî hin armancên xwe hene jî, armanca sereke ya Amerîkayê li Îranê ew e ku piştrast bike Îran nebe xwedîya çekekî navokî," Vance got.
Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha got: "Di sal û nîva borî de, me ew qada pêwîst afirand ku Serok bawer dike ku rê dide çareserîyeke demdirêj derbarê dosyaya navokî ya Îranê."
Wî berdewam kir ku "Dibe ku Îsraîl jê hez bike an jî hez neke, lê di dawîyê de, em bawer dikin ku ev di xizmeta berjewendîyên Amerîkayê de ye." Vance diyar kir ku şerekî dirêj xizmeta berjewendîyên Tehranê nake.
Li gor Cîgirê Serok, danûstandin ligel Îranê pêşketinên erênî nîşan didin, û ew geşbîn e derbarê egera gihîştina rêkeftineke aştîyê ya dawî li Rojhilata Navîn, lê Vance di heman demê de tekez kir ku mekanîzmên çavdêrî û vekolînê yên bihêz dê ji bo misogerkirina pabendbûna Îranê bi mercên her rêkeftineke navokî re girîng bin.
Vance bawer dike ku gihîştina rêkeftineke aştîyê di navbera Amerîka û Îranê de dê ji bo Washingtonê destkefteke mezin be. "Eger em bigihêjin vê rêkeftinê, ewê ji bo gelê Amerîkî serkeftineke pir girîng be," wî got.
Trump: Dibe ku di Du Sê Rojan de Peymanek ligel Îranê Were Kirin
Trump dema serê sibehê zû li firokxaneya John F. Kennedy ku bi firokeya Air Force One dixwest vegere Koşka Sipî, gote rojnamevanê CNBC News ku "Amerîka û Îran niha di qonaxa dawî ya danûstandinên peymanekê de ne." Wî got "pir baş û pir girîng e."
Serok Trump careke din tekezî li ser bernameya navokî ya Îranê kir û got “bi tu awayî destûrê nade ku çekên navokî werin çêkirin.”
Serokê Amerîkayê ev daxuyanî derbarê rewşa danûstandinên bi Îranê re, piştî beşdarbûna xwe di pêşbirka dawî ya lîga basketbolê (NBA) de li bajarê New York'ê ji nû ve dubare kir.
Wî herwiha got ku eger peyman were îmzekirin, rêya deryayî ya girîng a Tengava Hormuz dê “bilez û bez” ji nû ve were vekirin.
Hêjayî gotinê ye ku rewşa agirbestê ya hestiyar li Rojhilata Navîn di dawîya hefteyê de ji nû ve têkçû. Îran û Îsraîl ji bo yekem car ji dema destpêkirina agirbestê di Nîsanê de, êrîşên li dijî hev encamdan.
Çavdêr û şirovekarên siyasî dibêjin ku çarenûsa danûstandinên niha dê roleke girîng di aramkirina herêmê û pêşîgirtina berfirehbûna nakokîyan de bilîze.