Pêncşem, 24 Meha Çar, 2014 Demê Xwecihî 23:16

Asya

Kaptanê Gemiya Koreya Başûr ya Binavbûyî Hate Girtin

tîmên rizgarîkirinê karê xwe dom dikin.

Mezinahîya nivîsê - +
19.04.2014 09:05
Vekoler îdîa dikin ku kaptanê 69 salî nikarîbû bi erkê xwe yê parastina siwaran rabe. Li gorî dîdevanan, kaptanê yekem kes bû ku reviya dema gemîyê dest bi binavbûnê kir. Pitir

Fransa Wêneyên Satelîtê ji Parçeyên Balefira Malîzyayî Nîşan Dide

Di daxuyanîyekê de îro Yekşemê, Wezareta Hatûçûnê ya Malîzyayê got, wêne nêzîkî deverekê hatin dîtin ku satelîtên Australia û Çînê wêneyên mezin yên tişt li nav avê hefteya bûrî girtibûn dema ku gera xwe bo balefira Malîzî berdewam dikirin.

Terorîstekî Pakistanî li Hindistanê Tê Giritin

Polîsên Hindistanê dibêjin ku wan amadekarekî bombeyan yê Pakistanê girtiye ku alîkarîya grûpeke terorîstî ya Hindî dikir. Koma terorîst berpirs e bo zincîreke teqîn li çend bajarên welêt.

Qanûnên Dijî Pîskirina Hewayê li Çînê Tên Amadekirin

Qanûndanerekî mezin yê Çînê dibêje, ewê Pekîn qanûnên jîngehê zêdetir bike û zorê li wan kesan bike ku pereyan bide jiber pîsbûna ku li hewayê dikin.

Heft Leşker li Afganistanê Hatin Kuştin

Berdevkê Wezareta Berevanîya Afganistanê, General Mihemed Zahir Azîmî got ku teqîna bihêz roja Yekşemê li otomobîla leşkeran li devera Dilaram ya Parêzgeha Fereh da.

Hikûmeta Filîpîn û Serhildayên Misilman Digihêjin Peymaneke Aştîyê

Hikûmeta Filîpîn û mezintirîn koma serhilayên Misiliman li welêt roja Şemîyê danûstandin bidawî kirin, jibo bidawîanîna şerê ev çil sal dirêj kiriye.

Pakistan Veşartgehên Talîban li Wezîristan Dike Armanc

Karbidest û mezinên gundekî Pakistanî li ser sînorê Afganistanê dibêjin, bi hezaran xelk revîyane piştî ku êrîşên asmanî vê hefteyê li çend veşartgehên mîlîtanan dan û di encama wê de bi dehan kes hatin kuştin.

Xwepêşandin li Thailand Jinûve Destpê Dikin

Xwenîşanderan roja Yekşemê meşek li devera dîrokê ya Bangkoka paytext lidar xistin, wekî hewildan jibo avakirina piştgirîyê bo dagerkirina wê deverê.

Li Thailand'ê Tundûtûjî

Karbidest li Thailand dibêjin, kesek hate kuştin û sê kesên din li Bangkoka paytext roja Şemîyê birîndar bûn, dema ku bi kêmî çekdarekî teqe li komeke xwenîşanderên dijî hikûmetê kir.

Girjî di Navbera Japon û Çînê de Nû Dibin

apon protestoyeke bihêz li dijî Pekînê destpê kiriye piştî ku wezareta berevanîya Çînê nexşeyeke berevanîya asmanî ya Deryaya Rojhilata Çînê belav kir ku giravên li jêr destê Japonê di nav de bûn û ji alîyê Çînê ve tên îdîakirin.

Berpirseke NY: Alîkarîya jibo Filipînê Têrê Nake

Valerie Amos serdana bajarê Takloban yê Filipînê kir, cihê ku lehîyeke mezin lê rabû. Xanim Amos dibêje, ewlahiya yekemîn ew e ku alîkarîya sereke bigihêje qurbanîyan.

Deng Pirsgirêka Deryaya Başûra Çînê Pirsa Sereke ya ASEAN Bû

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di hilcivînê de got ku pêkanîna rêkeftinekê pêwîstîyeke jibo dema dirêj.

Hindistan Roketeke Nû Taqî Dike

Karbidest dibêjin, Hindistan bi serkeftin roja Yekşemê roketek bi hêza navokî taqî kir ku dikare bajarên sereke li Çînê wekî Pekîn û Şanghaî bike armanc.

Şîretvanekî NY Serdana Koreya Bakur Dike

Wilfried Lemke, şîretvanê taybet yê Ban ki Moon jibo werzîş bo pêşketin û aştîyê, geşteke çar roj bo Koreya Bakur dike di yekê de ji serdanên herî payebilind yên NY bo wî welatî di dora su salan de

Di Encama Agirekî de 13 Zarok li Dibistaneke Îslamî li Burmayê Hatin Kuştin

Polîsên Bûrmayê dibêjin ku pirsgirêkeke elektrîkê bû egera agirekî li dibistaneke Îslamî ku di encama wî de 13 zarok hatin kuştin

Parlemana Çînê Soza Şerê Gendelîyê Dike

Bi hezaran şand ji seranserî Çînê li Pekîna paytext kom bûn li jêr ewlekarîyeke giran ji alîyê polîsan ve

Koreya Bakur Sansûrkirina Ser Înternetê Hiltîne

Pêleke agahîyên li ser Twitter û wêneyên li ser Instagram ji Koreyayê hatine derxistin, piştî ku kompanyaya Koryolink tora xwe ya 3G ya nesansûrkirî ragihand

Koreya Bakur NY şermezar Dike

Civata Ewlekarîyê ya ji 15 endaman pêk tê, roja Sêşemê bi piranî deng da ku avêtina mûşekên balîstîkî şermezar dike jiber ku ew li jêr sizayên NY li ser Koreya Bakur qedexe ye

Begumanên Êrîşa Hindistanê Xwe Gunehbar Nabînin

Parêzerê sê bergumanên doza destdirêjîya seksî li Hindistanê dibêje, dê muwekilên wî xwe wekî ne gunehbar li dadgehê ragihînin û ew herwiha îdîa dike ku polîsan hêz bikar anîne jibo mikurhatinan ji wan bistînin

Koreya Başûr û Japon Hewildana Baştirkirina Peywendîyan Dikin

Serok Park Geun Hye li paytexta welatê xwe, Seoul ligel wezîrê berê yê darayê li Japonê Fukushiro Nukaga civîya

Rojnamevanê New York Times ji Çînê Tê Derxistin

Rojnameya Amerîkî dibêje, nûçegihanê kevnar yê Çînê Chris Buckley “neçar ma ji erdê Çînê derkeve” piştî ku desthilatdaran red kirin vîza wî di dawî salê de jêre nû bikin

Hindistan Pênc Bergumanên Doza Destdirêjîya Seksî Dadiderizîne

Di nav tawanên li dijî bergumanan de revandin, destdirêjîya seksî û kuştin cih digire

Senatoya Amerîkî Piştgirîya Japonya di Nakokîya Herêmî ligel de Çînê Dike

Civata Senata Amerîka bi piranî qanûnek pesend kir ku pêgirîya Washington bo Japonyayê di nakokîya wî ya herêmî ligel Çînê li ser giravên Deryaya Rojhilata Çînê tekez dike

Clinton Banga Xurtkirina Aborîya Amerîka Dike

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêje, jiber ku nuha şerê Îraqê bo artêşa Amerîka bi dawî bûye û şerê Afganistanê ber bi dawîyê ve diçe, Amerîka dide dû wê yekê ku berjiwendîyên xwe yên aborî li seranserî cîhanê belav bike

Human Rights Watch: Misilmanên Bûrmayê Hatine Tepeser Kirin

Rêxistina Human Rights Watch ku bingeh li New York’ê ye di daxunîyeke de roja Şemîyê got ku ew ditirse ku jimara kuştîyan bi gelekî zêdetir e, li gorî şahidên ku ji şer revîyane.

Aung Suu Kyi Serdana Amerîkayê Dike

Rêbera opozisyona Bûrmayê ligel Wezîra Derve Hillary Clinton û Serok Barack Obama dicive

Xwepêşandin li Hong Kongê lidar Dikevin

Bi deh hezaran rûniştvanên Hong Kongê tevlî protestoyan bûn dijî planeke hikûmetekê jibo anîna dersên welatparêzîya Çînî li dibistanên xwecihî

Li gor Lêkolînekê, Pakistan Pêdivî bi Nûkirina Polîsên Xwe Heye

Raporta ji alîyê rêxistina Asia Society bang li Pakistanê dike ku teknîk û alavên nû bikar bîne

Deng Kombûna ASEAN li Kambodyayê Pêk Tê

Şandeyên kombûnên ASEAN li paytexta Kembodyayê Phnom Penh, girjîyên nakokîya ser Deryaya Başûrê Çînê bê nirx kirin

Kombûna Aştîyê li Afganistanê Piştevanîya Danûstandinan Ligel Talîbanê Dike

Nêzîkî 1,600 nûneran biryar da jibo pêkanîna komîyosoneke ku rêveberîya bizavên destpêkirina danûstandinan ligel Talîbanê bike.

Di Êrişên Mizgeftan De Li Pakistanê, 70 Kes Hatin Kuştin

Polîs dibêjin çekdar bi narincokan êriş kire ser mizgeftên Ahmedîyan, demek kurt piştî nivêja roja Înî destpêkir.

Zêdeyî 70 Kes Di Bûyereke Şemendefiran De li Hindistanê Hatin Kuştin

Polîs li rojhilata Hindistanê dibêjin bergumanên serhildayên Mawîst şemendefireke neferan ji rêkê lada û bi şemendefireke din keft

Nêzîkî 159 Kes Di Keftina Firokeka Hindî De Hatin Kuştin

Karbidest dibêjin ew firoke li firokxana Mangalor hinî, lê paşî nêzîkî 610 mêtran li ser hêla firînê bazda.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
24.04.2014 14:00

Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir.

Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.