Sêşem, 21 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 04:21

Sûrîye

Wezîrê Derve Serdana Xwe Bo Rojhilata Navîn Destpê Kir

John Kerry

Mezinahîya nivîsê - +
20.05.2013
John Kerry Duşemê serdana xwe bo Rojhiata Navîn destpê dike, di bizavekê de jibo rêkxistina koneferanseke taybet bi aştîyê li Sûrîyê. Pitir

Çalakvan: Bi Dehan Çekarên Hizbullah li Sûrîyê Hatin Kuştin

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan hejmara kuştî û birîndarên komela çekdarî ya Hizbullah ya Libnanî eşkere kir.

Deng Merwan Osman Qala Şerê Quseyr Dike

Nivîskar û pisporê siyasî Merwan Osman dibêje ku neyekrêzîya hêzên opozisyonê bûye sedem ku starejîyeke zelal di şerê Quseyr û derdora Humsê peyda nebe

Rejîma Sûrî Êrîşa Bajarê Quseyr Dike

Bi sedema êrîşa hêzên Esed li dijî bajarê Quseyr nêzîkî 14 kes roja Yekşemê hatin kuştin, li gorî çalakvanan.

Esed: Dest ji Desthilatê Bernadim

Serokê Sûrî Beşar El Esed dibêje ku ew pêş hilbijartina sala 2014'ê dest ji posta xwe bernade.

Opozisyona Sûrîyê li Tirkîyê Serokekî Nû Destnîşan Dike

Biryar e komela sereke ya opozisyona Sûrîyê li Stenbolê bicive û serokekî nû destnîşan bike.

Deng Hewilên Diplomasî jibo Çareserîya Rewşa Sûrî

Hewilên Diplomasîyên Amerîka, Rûsya, Brîtanya û Tirkîye jibo Çareserîya Rewşa Sûrî.

Ban Ki-moon jibo Danûstandinên Sûrîyê li Rûsya ye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon li Rûsya ye hevdîtinan li ser sekinandina şerê li Sûrîyê bike

Serok Obama: Em û Tirkîyê di Kêşeya Sûrîyê de Hevbîr in

Serok Obama got, ewê jibo çûyîna Esed berdewam hevkarî bi Tirkîyê re bikin û karê xwe bidomînin ku veguherîna demokrasîyê li Sûrîyê cîh bînin.

Deng Behzat Brahîm: Şerê Deh Salan jî li Sûrîyê Ti Encamekê Nade

Dr. Behzat Brahîm dibêje, ger çareserîyeke sîyasî çênebe wê şerê li Sûrîyê bi deh salan jî berdewam bike ku ev jî ti encamekê nade

Encûmena Giştî ya NY Rejîma Esed Şermezar Dike

Encûmana Giştî daxwaz li rejîma Esed kir ku rêkê bide lêvekolên NY biçin Sûrîyê û lêkolînê li ser îdîaya bikaranîna çekên kîmyawî bikin.

Kerry û Lavrov Derheqa Plana Aştîyê li Sûrîyê Geşbîn in

Amerîka û Rûsya dibêjin, ew çaverê dikin ku di demeke nêzîk de dest bi danûstandinên aştîyê bikin ku xunrijandinê li Sûrîyê rawestînin

Serhildayên Sûrî Êrîşa Zîndana Helebê Dikin

Bawer tê kirin ku bi sedan neyarên rejîma Serokê Sûrî Beşar El Esed di wê girtîgehê de bin.

Kerry: Dibe ku Danûstandinên Aştîya Sûrîyé Hezîranê Destpê Dike

Tê çaverêkirin ku endamên rejîma Beşar El Esed û opozisyonê di konferanseke aştîyê de amade bin.

Îsraîl û Rûsya li Ser Sûrîyê Dicivin

Serokê Rûsî Viladimir Putin roja Sêşemê mêvandarîya Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu dike

Wezîrên Derve yên Amerîkî û Rûsî Kirîza Sûrîyê Dinirxînin

John Kerry roja Çarşemê bi Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov re kom dibe, li gorî ajansa Itar Tass ya Rûsî.

Amerîka û Brîtanya Soza Avakirina Sûrîyeke Demokratîk Didin

Serok Barack Obama dibêje armanca herdu welatan avakirina Sûrîyeke nû ye bêy Beşar El Esed.

Rêberên Amerîkî û Brîtanî li Washington Dicivin

Serok Barack Obama roja Duşemê li Washington bi Serokwezîrê Brîtanî David Cameron re kom bû.

Serhildayên Sûrî Çar Aştîparêzên NY Azad Dikin

Aştîparêzên Filipînî li heftîya bihurî li devera Golanê ji layê serhildayan ve hatibûn revandn.

Brîtanya û Rûsya Ser Danûstandinên Sûrîyê Hevbîr in

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron û Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêjin, wan biryar daye ku jibo sekinandina xunrijandinê hevkarî bikin

Serokwezîrê Brîtanya Cameron ligel Putîn Kom Dibe

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron îro Înîyê serdana Serokê Rûsya Vladimir Putin dike ku li ser qedandina şerê navxweyî yê li Sûrîyê bipeyive

Erdogan Daxwaza Herêma Bêfirîn li Sûrîyê Dike

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, welatê wî dê piştgirîya Amerîka bike ku herêma bêfirîn (no-fly zone) li Sûrîyê deyne

Tirkîye Tîmeke Berevanî ya Kîmyayî Dişîne Sînora Sûrîyê

Ajansa Anadolu dibêje, ekîba pisporan li derîyê sînorê ya Cilvegozu hatiye cîh kirin ku çavdêrî bike hemwelatîyên Sûrî yên nexweş û birîndar nebûne qurbanîya êrîşên kîmyayî

Kerry: Esed Beşek Nabe ji Hikûmeteke Veguhastina Desthilatê ya Sûrî

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje serok Beşar Esed di hikûmetekeka veguhastina desthilatê ya Sûrî de cih nagire.

Opozîsyona Sûrî: Çareserîya Sekinandina Şer Çûyîna Esed e

Berdevkê Koalîsyona Netewî ya Sûrîyê Xalid Salih got şerta çareserîya sîyasî û danûstandinan ev e ku Serok Beşar Esed desthilatê berde

Deng Erdogan: Dîmenên Banyasê Qasî Kerbelayê Xerab in

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jibo komkujîya Banyasê bang li Neteweyên Yekbûyî kir.

Sûrîye, Pirsa Sereke ya Serdana Wezîrê Derve ye Bo Rûsyayê

John Kerry gihişte Rûsyayê jibo encamdana gotûbêjan li ser kirîza Sûrîyê û pirsên din.

Çalakvan: Di Êrîşa Îsraîlê de bi Dehan Leşkerên Sûrî Hatin Kuştin

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan roja Duşemê ragihand ku herî kêm 42 leşkerên Sûrî li êrîşa roja Yekşemê hatin kuştin

Lêvekolên NY: Dibe ku Serhildayên Sûrî Berpirs Bin ji Bikaranîna Çekên Kîmyawî

Carla Del Ponte dibêje ku li gorî gotinên qurbanî û doktoran, gaza sarîn ji layê çekdarên opozisyonê ve hatîye bikaranîn.

Balafirên Îsraîlî Êrîşa Şamê Dikin

Ajansa nûçeyan ya ser bi rejîma Sûrîyê ragihand ku Îsraîlê bi roketan êrîşa sentereke lêkolîna artêşê kir.

Misir Êrîşa Îsraîlê li Ser Sûrîyê Şermezar Dike

Serokê Misirê dibêje ku êrîşa Îsraîlê binpêkirina qanûna navneteweyî ye û kirîza Sûrîyê aloztir dike.

Deng Sîrwan H. Berko Êrîşa Îsraîlê li Ser Şamê Şirove Dike

Birêz Berko dide zanîn ku dibe ev şer mezintir bibe û bigihêje radeyekê ku welatên din yên herêmî û cîhanî jî tê de beşdar bibin.

Çalakvanên: Bi Hezaran Sunnî li Banyas Direvin

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan radigihîne ku nêzîkî 4,000 Sunnî roja Şembî li malên xwe li Banyas revîn.

Îsraîl Dîsa Êrîşa Armancên di Sûrîyê de Dike

Ajansa nûçeyan ya ‘Politico’ li ser zimanê Senator Graham ragihand ku Îsraîlê roja Înî bi bombeyan êrîşa Sûrîyê kirîye.

Serok: Dibe ku Em Hêzên Amerîkî Neşînin Sûrîyê

Serok Obama got, ew hemî bijareyan li pêş çavan digirin, lê şandina hêzên erdê ne îhtîmaleke xurt e

Opozîsyona Sûrî Qirkirina Hikûmetê Şermezar Dike

Opozîsyona Sûrî bi gotina wê “qirkirina mezin” şermezar dike ku hêzên hikûmeta Beşar Esed û dilsozên wî bajarekî bukurê rojava kirine û bi dehan kes tê de hatine kuştin

Rikaberîya Sûrî Komkujîya ji Alîyê Hêzên Esed ve Şermezar Dike

Rikaberîya Sûrî kûştina bi komela xelkê ji alîyê hêzên hikûmetê û milîtanên tagirên rijêma Esed ve şermezar dike.

Chuck Hagel: Amerîka Hizra Çekirina Serhildayên Sûrî Dike

Wezîrê Berevanîya Amerîka Chuck Hagel dibêje, Amerîka hizra xwe dike ku pêdaçûnê li ser dijberîya xwe ya çekirina serhildayên Sûrî bike

Hêzên Dilsozî Esed Ber bi Humsê Nêzîk Dibin

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên dilsozî Serok Beşar Esed hewil didin ku kontrola devereke stratejîk ya bajarê Humsê jinûve bigirinm destê xwe

Nesrallah Piştgirîya Xwe jibo Rejîma Sûrî Dubare Dike

Rêberê grupa mîlîtan Hizbullah ya Libnanî roja Sêşemê got ku serhildayên Sûrî nikarin rêjîma Serok Beşar Esed di warê leşkerî de têk bibin.

Deng Serhilayên Sûrî Dixwazin Neftê Bifroşine Yekîtîya Ewropayê

Yekîtîya Ewropayê vê dawîyê embargoyên li ser petrola herêmên li jêr destê opozisyona Sûrî rahiştîye

Serok: Pêş ku Biryarekê Bidim, Dixwazim Rastiyê Bizanim

Rêberê Amerîkayê dibêje ew dixwaze zaniyariyên dirist bidest bixe derbarê bikaranîna çekên kîmyawî li Sûrîyê, pêş ku biryarê li ser bersiva Amerîkayê bide.

Teqîneke din Şam Hejand

Bi sedema teqîneke bihêz li paytexta Sûrîyê herî kêm 13 kes hatin kuştin û 70 kesên din birîndar bûn.

Ben Eliezer: Esed Çekên Kîmyawî Dide Hizbullah

Wezîrê berê yê parastina Îsraîlî dibêje ku ew yê piştrast e Beşar El Esed çekên kîmyawî bikaranîye.

Serokwezîrê Sûrî ji Mirinê Filitî

Wayl El Helqî ji mirinê filitî piştî bombek li Şamê li nêzîkî otomobîlên wî teqî.

Tundûtîjîyên Tayfî li Îraq û Sûrîyê

Dengê Amerîka bîr û bawerên Dîdar Doskî, çavdêrê sîyasî li Danmarkê û Haşim Zêbarî, mamostayê zanîngehê li Duhokê li dor vî babet wergirtin.

Senator McCain: Çekan Bidin Serhildayên Sûrîyê

Endamên Kongresa Amerîkî dixwazin ku hikûmeta Amerîkî helwêsteke tund nîşan bide.

Wezîrê Îsraîlî: Gerek Amerîka di Kirîza Sûrîyê de Mudaxele Bike

Wezîrê Jîngeh yê Îsraîlî daxwaz li Amerîkayê dike ku di şerê navxwe yê Sûrîyê de mudaxele bike.

Deng Berpirsê PYD'ê: Rejîm Naxwaze Kurd Bibin Hêzeke Xurt

Abdulselam Mustafa dibêje, hêzên rejîmê li Helebê bi awayekî hovane êrîşî Kurdan dike ku wan ji wî bajarî derxe û taxên Kurdan vala bike çimkî naxwaze Kurd bibin hezeke xurt

Serok Obama: Bikaranîna Çekên Kîmyayî li Sûrîyê Rêbaza Amerîkayê Diguhere

Rêberê Amerîkayê dibêje ku bikaranîna çekên kîmyawî bi tevavî helwêst û rêbaza Washington diguhere hemberî kirîza du-salî ya Sûrîyê.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--