Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsmaîl Beşîkçî Piştî 38 Salan li Dîyarbekirê ye


Îsmaîl Beşîkçî bi Şaredarê Dîyarbakirê Osman Baydemîr re xwane dibe
Îsmaîl Beşîkçî bi Şaredarê Dîyarbakirê Osman Baydemîr re xwane dibe
Nivîskar û civaknasê Tirk Îsmaîl Beşîkçî piştî 38 salan hat Dîyarbekirê. Îsmaîl Beşîkçî, cara pêşî di 1971’an de jiber lêkolînên ku li ser Kurdan kiribû, hatibû girtin. Nivîskar Beşikçî jiber raman û lêkolînên xwe heşt caran ket girtîgehê û bi giştî 17 salan tê de ma.

Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî, bi rêvebirê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz, Bajarvan Osman Baydemir li vahîyê şaredarîyê zîyaret kir. Bajavan Osman Baydemir destnîşan kir Îsmaîl Beşikçi temsîla wijdana gelê Kurd û Tirk e.

Îsmaîl Beşîkçi got, Afrîkaya Başur û Amerîka 40-50 sal berê jiber kirinên li hember Reşikan welatên heri nîjadperest dihatin nasîn. Beşîkçî got li wan deran ji Reşikan re nedigotin 'bibin weki me" lê, Tirkiye ji Kurdan re dibêje “tu dikarî di nav me de bijî, lê lazim e ku tu bibî wekî me."

Sosyolog Beşîkçî destnîşan kir bi vê helwestê Tirkiye ji her du dewletên din nîjadperestir e, jiber ku ne Afrîkaya Başûr, ne jî Amerîka tu caran ji Reşikan re negotine bibin wekî me û eslê xwe jibîr bikin."

İsmaîl Beşîkçî destnîşan kir car caran hewildanên rewşenbîran çêdibin û bang li PKK’ê dikin da ku dest ji çekan berde. Wî her wiha got "ji PKK’ê zêdetir divê bang li dewletê bikin da ku mafên rewa yên gelê Kurd, yên ku bi salan e binpê dike, êdî teslîmî wan bike."

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG