Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lexder Brahîmî bi Serokê Sûrî Esed re Kom Dibe


Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî do Pêncşemê ligel Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm kom bû
Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî do Pêncşemê ligel Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm kom bû
Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî, di serdana xwe ya yekê ya Sûrîyê de, te çaverê kirin ku îro Înîyê li Şamê bi Serok Beşar Esed re hevdîtinek pêk bîne.

Birêz Brahîmî roja Pêncşemê gotibû ku rewşa krîza Sûrîyê xirabtir dibe. Wî reşbînîya xwe dîyar kir ku hewilên cîhanîna agirbestekê û pêkanîna hikûmeteke demkî hema hema ne pêkan e.

Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî ku do Pêncşemê ligel Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm hevdînek kirîbû, herwiha plan dike ku bi endamên opozîsyona Sûrî re jî kombûnan bike ku şer dikin ku rejîma birêz Esed hilweşînin.

Lexder Brahîmî roja Çarşemê çûbû Qahîreyê ku ligel karbidestên Yekîtîya Ereb re ser rewşa Sûrîyê hevdîtinan bike.

Di şerê berdewam ya navbera hêzên Beşar Esed û serhildayan de ku ji 18 mehan vir ve didomin, nêzîkî 20.000 kes hatibûn kuştin.

Birêz Brahîmî li şûna nûnerê berê Kofi Annan bibû nûnerê navnetewî yê Sûrîyê ku di hewilên xwe yên agirbestê de serketî nebibû.
XS
SM
MD
LG