Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meleyekî Misilman Hemwelatîyên Amerîkî Hişyar Dike Keşmîra Hindistanê Biterkînin


Meleyekî navdar yê Misilman li herêma Keşmîrê ya bin destê Hindistanê bang li hemwelatîyên Amerîkî dike ku herêma Himalayan biterkînin.

Meleyê Misilman hişyarî dide ku zêdebûna alozîyan li ser fîlmê dijî Îslamê, dikare jîyana van Amerîkîyan têxe xeterê.

Fîlmê ku li Amerîkayê hatîye çêkirin, Pêxember Mihemed wekî gunehbar, homoseksual nîşan dide û behsa hîn îdîayên din yên bêrêzkirinê dike.

Piştî ku reklama fîlm li ser înternetê hate weşandin, bû egera protestoyên tund li Lîbya û Misirê.

Meleyê bi navê Bashiruddin Ehmed got, pêdivî ye Amerîkî amade bin û demûdest jibo selametîya xwe ji Keşmîrê derkevin.

Ehmed herwiha got, reng e fîlm girjî û probleman li wê deverê derxin ku piranîya wê Misilman in. Wî da zanîn ku fîlm hestên Misilmanan êşandîye.

Mele Bashiruddin Ehmed piştgirîya xwe da xwenîşanderan li seranserî cîhanê û got, divê welatên wekî Amerîka haydar bin ku rêdana fîlmên vî rengî dikarin Misilmanan aciz bikin.

Herêma Keşmîrê di nav Hindistan û Pakistanê de perçe bûye û her du welat jî herêmê wekî beşekê axa xwe dibînin.

Cudaxwazên Misilman ji sala 1989'an vir ve şer dikin ku serxwebûna xwe ji Hindistanê bistînin û tev lî Pakistanê bibin. Li herêma ku piranî Misilman e, bi kêmî ve 50 hezar kes di tundûtûjîyê de hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG