Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Kawa Azîzî: Lexder Brahîmî Rêya Annan li Sûrîyê Dişopîne


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Ereb, Lexder Brahîmî ligel Serokê Sûrî Beşar el-Esed li Şamê kom dibe. Di roja duwê ya serdana xwe bo Sûrîyê de, birêz Brahîmî her wiha ligel Wezîrê Derve yê Sûrîyê kom bû û biryar e ew ligel hin endamên oposizyona hundir welêt jî bicive. Ev hevdîtin beşek in ji hewildanên birêz Brahîmî jibo çareşerkirina krîza Sûrîyê ku ev 18 meh dom dike.

Di vê derbarê de, Dr. Kawa Azîzî, nûnerê Partîya Azadî ya Kurd li Sûrîyê li Herêma Kurdistana Îraqê ji Dengê Amerîka re dibêje, ev hewildan serkeftinê nabin, jiber ku rê li ber reforman nemaye.

Dr. Azîzî herwiha dide zanîn ku piştgirîya Îran bo Sûrîyê bêtir bawerîyê dide rejîma Esed ku li hember îradeya navneteweyî raweste.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka deng li destê çepê klîk bikin.
XS
SM
MD
LG