Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di encama Teqînekê de li Bexdayê 27 Kes Hatin Kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin ku di encama teqîna trimbêlekê de li rex bingeheke artêşê li Bexdayê bi kêmî ve 27 kes hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Teqîn Sêşemê nîvro li bajarokê Tacî pêk hat, ku nêzîkî 25 kîometran li bakurê paytextê dikeve.

Ti alî demûdest berpirsîya teqînê nexistiye stûyê xwe.
XS
SM
MD
LG