Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barack Obama Bi Serkeftineke Dîrokî Careke Din Wekî Serok Hate Hilbijartin


Li gorî encamên hilbijartina seroktîyê, Serok Barack Obama 303 dengên desteya hilbijêran bir û jinûve wekî serok hate hibijrtin.

Berbijarê Komarî Mitt Romney ji bendewarîyên heyî hindiktir deng wergirt û bû xwedîyê 206 dengên desteya hilbijêran.

Piştevanên Serok Obama li navenda giştî ya kempeyna Obama ya li bajarê Chicago kom bûn û bi bi bilindkirina alan û qerîna diruşman serkeftina xwe pîroz kirin.

Ronahîyên ser avahîya Empire State Building li New York bi rengê şîn yê Partîya Demorkat hate boyax kirin.

Serok Barack Obama hilbijartina li District of Columbia û 20 eyaletên din serkeftî bû ku di nav de eyaletên destguhertok yên wek Ohio, Virginia, Iowa, New Hampshire û Pennsylvania jî hene.

Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya jîyanameyeke kin ya Serok Barack Obama bikin ku hevkarê me Ahmed Barzanî raberî we dike:

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG