Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedema Teqînan 20 Endamên Ewlekarîya Sûrî Hatin Kuştin


Komeleke çalakvanên Sûrî radigihîne ku bi sedema du êrîşên xwekujî li başûrê Sûrîyê bi kêmî ve 20 endamên hêzên ewlekarîya Sûrîyê hatin kuştin.

Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirovan ragihand du bombe roja Şemîyê teqîyan dema ku du trimbêl li du cihên cuda yên bingeke leşkerî li bajarê Dera sekinîn.

Çalakvan dibêjin ku gelek kesên din jî birîndar bûne, û jimara kuştina dikare bilindtir bibe.

Serokê Sûrîyê Beşar el-Esed rijdîyê dike ku wî hîn piştgirîya gel û artêşa Sûrîyê heye, tevî ku li dema tundûtûjî bûye egera cudabûna gelek ji efserên artêşa wî bo Tirkîyê.
XS
SM
MD
LG