Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Lêkolînê Ligel Komandarê Hêzên Amerîkî li Afganistanê Dike


Wezareta Berevanîya Amerîkî lêkolînê ligel General John Allen, komandarê hêzên Amerîkî li Afganistanê, dike bi gumana “têkelîyên ne di cihê xwe de” bi jinekê re.

Navê wê jinê Jill Kelley ye û ew bû sedema dest ji kar berdana berpirsê Ajansa Agehî ya Navendî (CIA), General David Petraues.

Karbidestekî Pentagonê roja Sêşemê got ku Wezareta Berevanîyê lêkolînê li ser 20,000 heta 30,000 rûpelên emailan dike ku General Allen û Jill Kelly li sala 2010’ê heta sala 2012’ê bo hevdu şandine.

Kelley hevala David Petraues e û wê li cem Bîroya Lêkolîna Federalî (FBI) şikayet kir piştî jina ku têkelî bi Petraues re hebû di emailan de gef li wê xwarin.

Heftîya bihurî, berpirsê (CIA) Petraeus dest ji posta xwe berda. Petraues, ku generalekî karnişîn e, jiber têkelîyên dervey zewacê dest ji karê xwe berda.

Petraues generalekî çar stêr bû û li sala 2008’ê heta 2010'ê komandarê Komanda Navendî ya Amerîkî bû û berî hingî komandarê hêzên Amerîkî bû li Îraqê.
XS
SM
MD
LG