Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Destnîşankirina General Allen Bo Posta Komandarê NATO’yê Rawestand


General John Allen.
General John Allen.
Serok Barack Obama berbijarîya General John Allen bo posta Komandarê Bilind yê NATO’yê rawestand, li demê ku lêkolîn ligel General Allen dihête kirin.

Peyvdarê Civata Parastina Niştîmanî Tommy Vietor dibêje ku Serok Obama li gor daxwaza Wezîrê Berevanîyê Leon Panetta berbijarîya Geneal Allen rawestand.

Serok Obama li meha bihurî General Allen destnîşan kiribû ku bibe komandarê bilindê NATO’yê.

Wezareta Berevanîya Ameîrkî roja Sêşemê ragihand ku Pentagon lêkolînê ligel General Allen, komandarê hêzên Amerîkî li Afganistanê, dike bi gumana “têkelîyên ne di cihê xwe de” bi jinekê re.

Navê wê jinê Jill Kelley ye û ew bû sedema dest ji kar berdana berpirsê Ajansa Agehî ya Navendî (CIA), General David Petraues.

Karbidestekî Pentagonê got ku Wezareta Berevanîyê lêkolînê li ser 20,000 heta 30,000 rûpelên emailan dike ku General Allen û Jill Kelley li sala 2010’ê heta sala 2012’ê bo hevdu şandine.

Kelley hevala David Petraues e û wê li cem Bîroya Lêkolîna Federalî (FBI) şikayet kir piştî jina ku têkelî bi Petraues re hebû di emailan de gef li wê xwarin.

Heftîya bihurî, berpirsê (CIA) Petraeus dest ji posta xwe berda. Petraues, ku generalekî karnişîn e, jiber têkelîyên dervey zewacê dest ji karê xwe berda.
XS
SM
MD
LG