Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa bi Fermî Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê Nas Dike


Francois Hollande.
Francois Hollande.
Serokê Fransî Francois Hollande dibêje welatê wî bi fermî hevalbendîya nû ya opozisyona Sûrîyê nas dike wek nûnerê tevaya komelên opozisyona Sûrîyê û hikûmeta demkî ya Sûrîyê li pêşerojê.

Rêberê Fransayê di konferanseke rojnamevanî de roja Sêşemê bi fermî helwêsta welatê xwe hemberî Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê eşkere kir.

Ev cara yekemîn bû ku Francois Hollande di konferansa rojnamevanî de beşdar bibe piştî ku berî şeş mehan bû serok.

Fransa herwiha yekemîn welat bû ku pênasînê bi Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê bike.
XS
SM
MD
LG