Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Bila Girtî Dawî li Greva Birçîbûnê Bînin, Dewlet jî Hin Gavan Bavêje


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî, di hevpeyvîneke ligel rojnameya Millîyetê ya Tirkîyê de got, ew li Enqerê jî li nav PKK'ê jî ligel alîyê çareserîyê ne.

Birêz Barzanî jibo grevên birçîbûnê jî ji girtîyên Kurd xwest, dawî li grevê bînin û dewlet jî gav bavêje.

Nivîskar û rojnamevanê Tirk Hasan Cemal, li bajarokê Selaheddîn bi Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî re hevpeyvînek saz kir.

Di beşa yekê ya hevpeyvînê ku roja Çareşemê hatîye bela kirin de, Serokê Herêmê Mesûd Barzanî, behsa pirsa Kurd li Tirkîyê û alozîya li Rojhilata Navîn dike.

Serok Barzanî jibo çareser kirina pirsa Kurd li Tirkîyê û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), dibêje, PKK alîyekî pirsê ye û daxwaz dike, jibo çareserîyek aştîyane pêşî agirbestek were ragihandin û çek werin bêdeng kirin.

Serokê Herêmê got, hem li Enqerê hem jî di nav PKK'ê de yên ku jibo aştîyê zorê didin hene û ew jî ligel alîyê ku çareserîyê dixwazin e.

Birêz Barzanî li ser grevên birçîbûnê ku girtîyên Kurd li Tirkîyê didomînîn jî got, ‘Wan peyama xwe daye. Difikirim ku divê êdî dewlet gav bavêje. Bi kurtî bêjim, peyam hate dayîn. Bila grevên birçîbûnê bidawî bibin. Beramberê vê bila dewlet jî bersiveke erênî bide.’

Serokê Herêma Kurdistan perwerdeya zimanê dayikê jî wek mafekî bingehîn yê herî basît binav kir û got, hewece ye ku Tirkîye vê yekê piştguh neke.

Serok Barzanî di hevpeyvînê de destnîşan kir, divê Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan, li dûrî danûstandinên çareserîyê nemîne û got, ‘Em bawer in di pêvajoya aştîyê de Ocalan jî dikare rolekî bigire ser xwe.’

Birêz Barzanî herwiha li ser pirsa navbeynkarîyê jî da xuya kirin, hîna pêvajoyeke çareserîyê nîne, lê ji her du alîyan gaveke biçûk jî bê avêtin, ew her tim jibo çareser kirina aştîyane amade ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG