STENBOL —
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî, li Stenbolê li ofîsa serokwezîr Erdogan ya taxa Dolmabahçe hevdîtineke taybet pêk anîn.
Hate zanîn ku, di hevdîtina Erdogan û Barzanî ya ku doh Înîyê pêk hat de, ji xeynî babeta danûstandinên enerjî û aborî yên Tirkîyê û Herêma Kurdistanê, rewşa dawî ya Surîyê, nakokîyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re û têkoşîna Tirkîyê ya bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), re jî hatîye rojevê.
Hevdîtina serokwezîrê Tirkîyê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştî dawî hatina kombûna Komcivîna Atlantîk ya Enerjî û Aborîyê ku, di rojên 16 û 17’ê meha 11’an de li Stenbolê hate lidar xistin, Înîyê êvarî pêk hat.
Hevdîtina her du serokwezîran ya ligel şandeyên xwe, 2 demjimêr û 10 deqeyan ajot ku, ev jî girîngbûna gotûbêjên hevdîtinê dide dîyar kirin.