Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Bû Yekemîn Serokê Amerîkî ku Serdana Burmayê Bike


Serok Obama serdana mala rêbera demokrasîxwaz Aung San Suu Kyi kir.
Serok Obama serdana mala rêbera demokrasîxwaz Aung San Suu Kyi kir.
Serok Barack Obama roja Duşemê bi serdaneke dîrokî çû welatê Burmayê, li rojhilata Asyayê.

Di gotarekê de li Zanîngeha Rangood, Serok Obama got ku Amerîka piştgîrîya bizavên demokratîk, pêşçûna aborî û aştbûna niştîmanî li wî welatî dike.

Serok got ku di demê 18 mehên bihurî de, hêza diktatorî li Burmayê sist bû, kesekî sivîll nuha rêberatîya hikûmetê dike û parlamen desthilata xwe cîgîr dike.

Serok Obama herwiha serdana mala rêbera demokrasîxwaz Aung San Suu Kyi kir. Jiber bizavên wê yên jibo mafên sîyasî, Suu Kyi jibo 15 salan hatibû binçavkirin û li sala 2010’ê azad bû.

Serok Obama yekemîn serokê Amerîka ye ku serdana Burmayê bike.
XS
SM
MD
LG