Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Esmanî ya Îsraîlê li Dijî Hemasê Berdewam e


Êrîşa esmanî ya Îsraîlê li dijî armancên komela çekdarîya Hemasê li devera Xeze bo roja şeşemîn berdewam e, di bizavekê de jibo ragirtina êrîşên Hemasê yên bi rokêtan li dijî Îsraîlê.

Karbidestên Felestînî dibêjin ku bi kêmî ve 10 kes roja Duşemê li Xeze hatin kuştin.

Herwiha komela çekdarîya Cîhada Îslamî raighand ku di êrîşeke Îsraîlê de komandarekê mezinê Seraya El Quds hate kuştin.

Hevdem, civînên jibo ragihandina agirbestê li navbera Felestînî û Îsraîlîyan didomin. Lê belê rêberê Hemasê Xalid Meşel dibêje ku Hemas şer û mercên Îsraîlê qebûl nake.
XS
SM
MD
LG