Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Wezîra Derve Dişîne Rojhilata Navîn


Serok Barack Obama wezîra derve Hillary Clinton dişîne Îsraîl, Ramallah û Qahîre jibo encamdana kombûnan bi rêberên herême re.

Birêz Clinton, ku bi Serok Obama re çûbû Asyayê, roja Sêşemê ber bi Orşelîmê çû û bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re kom dibe.

Wezîra Derve herwiha bi rêberên Felestînî û Misirî re kom dibe.

Hevdem, êrîşên esmanî yên Îsraîlê li dijî armancên Hemasê li Xeze roja Sêşemê jî berdewam bû.

Di heftîyeke êrîşên esmanî û êrîşên bi rokêtan bi kêmî ve 100 Felestînî û sê Îsraîlî hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG