Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ewlekarîya Misirê Dikevin Ber Xwepêşandinan


Hêzên ewlekarîya Misirê xwepêşander li Meydana Tehrîr li Qahîre bi gaza hêsir-rêj belav kirine, piştî ku xwepêşanderan şeva Şemîyê li meydana navdar derbas kirin.

Xwepêşanderan li çend bajarên Misirî êrîş birin ser ofîsên Partîya Birayên Misilman ya desthilatdar, li demê ku hêzên ligel û dijî hikûmetê li Qahîre derketin xwepêşandinan jibo mersûmeke nû ya serokatîyê.

Protesto derketin holê rojekê piştî ku Serokê Misirî Mihemed Morsî xwe li ser şaştîyan danî û ragihand ku nabe biryarên wî ji alîyê ti dadgeh an jî desthilateke din ve werin rawestandin.

Di gotarekê de jibo piştevanên xwe li qesra serokatîyê, birêz Morsî got ku ew dixwaze Misir bipêş ve bibe û bike welatekî aram û ewle. Wî herwiha got ku ew naxwaze bi tena xwe welat kontrol bike.
XS
SM
MD
LG