Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jan Dost li Stenbolê Konferansek Pêşkeş Kir


Jan Dost
Jan Dost
Romanivîsê Kurd Jan Dost, do Yekşemê, roja dawî ya Pêşengeha Pirtûkan ya Stenbolê ji xwendevanên xwe re konferansek pêşkeş kir.

Konferansa nivîskar ya li ser babeta ‘Ziman, Dîrok û Nasname’, bi rêvebirîya rexnegirê edebîyata Kurdî Alî Fikrî Işik, ji alîyê Weşanxaneya Avesta ve hate saz kirin.

Jan Dost, jibo netewan girîngî û girêdana dîrokê bi ziman re bibîr xist û sedema ku di berhemên xwe de giranî daye vê babetê rave kir. Wî got, di jîyana her miletî de çand, rabûn, rûniştin, adet anku hemû jîyana berê, di dîrokê de hatine parastin.

Nivîskarê Kurd, sedemên ku dîroka Kurdan ya berê bi Farisî û Erebî hatiye nivîsîn bi mînakên dîrokê rave kirin. Dost destnîşan kir ku jiber ku Kurdî zimanê dil û hestan bûye, ew nebûye zimanê mêjî û aqil.

Jan Dost, dîyar dike ku, ziman û dîrok du stûnên bîngehîn in ku nasname xwe dispêre wan e. Ew dibêje, Kurd piştî sedsala 20’an bêhtir li dîrok û nasnameya xwe xwedî derdikevin, ber bi dîrok û zimanekî hevpar ve diçin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG