Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulselam Mistefa: YPG Ne Hêza PYD’ê ye


Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, nûnerê Partîya Yekîtîya Demokrat li Ewropa derbarê pirsa avakirina hêzeke yekgirtî ya Kurdî li Sûrîyê dipeyive.

Birêz Abdulselam Mustefa dibêje, eger komîteyeke leşkerî ya yekgirtî çêbibe, em amade ne ku di wê rêberatîyê de beşdar bin, lê belê çênabe du hêzên çekdar di welatekê de yan di bajarekî de hebin.

Birêz Abdulselam herwiha got ku Yekîneyên Parastina Gel “di rojavaya Kurdistanê de bûye xwedî hêzekî xurt. YPG heye û bila rêberatîyeke leşkerî çêbibe û di bin vê rêberatîyê de hemû hêzên çekdar dikarin cîh bigirin.”

Wî herwiha got ku “hêza YPG ne hêza PYD’ê ye û di hindek ragihandina de tê gotin ku YPG tayê çekdarî yê PYD’ê ye, lê belê ev ne rast e. YPG rêberatîya xwe heye.”

Nûnerê PYD’ê got ku “bila kes nebêje ku PYD yan YPG hêzekî wan heye û kesî qebûl nakin, yan jî xwe mezin dibîn û hêzên din biçûk dibînin. Em dixwazin bi hev re kar û xebatekî bikin çûnkî eger yekbûna me ne xurt be, em jî têk biçin, ew jî têk biçin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG